Raman Reşwanî: Hêzên derve tenê berjewendiyên xwe esas digirin
Endamê NRLS`ê Raman Reşwanî destnîşan kir ku tevî rûxandina rejîma Baasê jî Sûriye hîn jî ji nava şerê navneteweyî derneketiye û got "Ji ber komkujiyan bawerî di navbera pêkhateyan û desthilata Şamê de tune ye. Heke paşguhkirina civakan bidome hinge dê baweriyê neyê dîtin."

Endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Raman Reşwanî der barê rewşa li Sûriyeyê û kirinên desthilata Şamê de ji ajansa me re axivî.
Raman Reşwanî bi bîr xist ku di vê mehê de serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî 2 hevdîtinên girîng; yek bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û ya din jî bi serokê DYA’yê Donald Trump re pêk anî. Reşwanî destnîşan kir ku bi van hevdîtinan tê dîtin ku vetoya li ser Heyet Tehrîr El Şam hinekî hatiye şikandin û gelek daxwaz jê hatin xwestin.
‘SÛRIYE HÎNA JI ŞER DERNEKETIYE’
Raman Reşwanî da zanîn ku bi van gavan Sûriye wekî ku berê bi desthilata Hafiz El Esed û Beşar El Esed bi navê Baasê bi rê ve diçû, niha jî bi serokatiya Ehmed El Şerî di bin siya îslama selefî ya cîhadîst de bi rê ve diçe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Sûriye bi vê veguhertinê rewşa xwe zelal nekir, ji aliyekî çû aliyeke din. Têkiliyên rejîma Baasê bi Rûsya, Îran û Çînê re bûn, îro Ehmed El Şerî jî berê xwe dide aliyê rojavayî û Kendavê. Dema Sûriye xwe li aliyekî bigire wê aliyên din dijminatiyê bike, yanî Sûriye bi vî awayî ji nava şerê navneteweyî yê ku li ser herêmê û civakan çêdibin derneketiye. Hêzên derve jî tenê berjewendiyên xwe esas digirin.”
Reşwanî diyar kir ku divê desthilata Şamê bi hemû hêzên navneteweyî re têkiliyan ava bike û got: “Lê destpêkê ji bo rewşa li Sûriyeyê zelal bike bi hêz û pêkhateyên Kurd, Elewî û Durziyan re li hevkirinan çêke.”
Raman Reşwanî bal kişand ser komkujiyên ku li dijî Elewî û Durziyan û da zanîn ku desthilata Şamê xwe wek berprisê van komkujiyan nabîne û wiha pê de çû: “Lê tu bûyer bêyî erêkirina desthilata li Sûriyeyê pêk nayên. Heke ew xwe wek hikumet pênase dike mijara parastina civakê jê tê xwestin. Ehmed El Şerî hîn ji îdeolojiya HTŞ`ê ya ku suniyan dike esas qut nekiriy, heke hêza gelê Kurd li herêmê tunebûya ew ê jî rastî van komkujiyan hatiba."
Di berdewama axaftina xwe de Raman Reşwanî îşaret bi vê yekê kir ku eger komkujî li ser bawerî û neteweyan werin kirin dê Sûriye bê parçekirin.
Endamê NRLS’ê anî ziman ku pêdiviya Sûriyeyê bi îstiqrar û lihevkirineke nîştimanî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber kirinên hikumeta Şamê bawerî di navbera pêkhateyan û hikumeta Şamê de tune ye, heke siyasetên paşguhkirinê bidomin ew ê bawerî neyê dîtin.”
(bb)
ANHA