Koma Nacar pira ku nifşên nû bi mîrasa Til Birakê ve girê dide

Koma "Nacar" a govendên folklorîk a li bajarê Til Birakê bi ruhekî kultûrî yê ku bêhna dîrokê û lêdana niha di nav hev re derbas dike, bi pêş dikeve.  Kom xwedî peyameke hûnerî ye ku armanca wê mîrasa mezinan vejîne û bi rêya dîlanên ku resentiya cih û pirrengiya xelkê wê derdibirîne biparêze.

Koma Nacar pira ku nifşên nû bi mîrasa Til Birakê ve girê dide
23 gulan, 2025   06:17
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Koma Nacar a ku di sala 2019’an de ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê ve hatiye avakirin, xebatên xwe yên parastina mîras û kultûrê didomîne. Navê komê “Nacar” navê dîrokî yê bajêr e ku vedigere 6 hezaran berî zayînê.

TÊKILBÛNA RESENÎ Û PIRRENGÎ

Di komê de nêzî 10 endam hene û ew ji pêkhateyên Kurd û Ereb in, ji bo vejandina folklorê bi awayekî hevseng hev re dixebitin. Ji bo ku ev mîras bigihîje nifşên nû komekên zarok û ciwanan jî tên perwerdekirin û hejmara wan nêzî 20 endam e.

PIRRENGÎ RIHÊ HERÊMÊ DERDIBIRÎNE

Koma Nacar xwedî komeke berfireh a dîlan û govendên gelêrî ye; weke çûbiya Erebî, dîlana Efrînî, dîlana Filistînî, dîlanên klasîk ên jîngeha herêma Til Birakê. Ev dîlan bi cilên folklorîk ên bixeml ku dewlemendiyên pirrengiya çandî nîşan dide, tên pêşkêşkirin.

BIRÊKÛPÊKBÛNA PERWERDEHIYÊ Û PERFORMANSA KALÎTEYÊ

Kom di her hefteyekê de 2 caran perwerde distîne. Berî şahî û boneyan jî di hefteyê de 6 rojan perwerde dibe, ku berhemên xwe bi awayê herî baş pêşkêş bike.

DI ÇALAKIYÊN ÇANDÎ DE BEŞDARIYA BERFIREH

Koma Nacar tev li gelek çalakiyên wekî Mîhrîcana Neteweya Demokratîk, Festîvala Şehîd Ronahî Bawer, Mîhrîcana Zarokan û şahiyên Newrozê û yên jinan bûye.

Endamê komê Teleb El Nadir ji ajansa me re got: "Tişt koma Nacar cuda dike, ev têkilbûna hevseng a di navbera folklora Erebî û Kurdî de ye ku ew jî di parastina nasnameya çandî ji windabûnê de dibe alîkar. Tevî zehmetiyan jî, em ji bo mijara perwerdê bi cidî tev digerin û dixwazin di her pêşkêşkirinekê de rihekî nû ya dewlemendiya çanda me derxin."

El Nadir wiha domand: "Em hewl didin çarçoveya komê berfirehtir bikin, govend, stran û muzîkjenî hebin da ku ber bi asta akademîk a cîhanê ve biçin û kultûra herêmê bi awayê herî baş bidin nîşandan".

KOMA NACAR JI GOVENDÊ WÊDETIR E

Nacar ne tenê erkê parastina kultûrê daye ser milê xwe, her wiha ew hewl dide wê bi pêş bixe û nûjen bike da ku borî û niha bi hev ve girê bide. Li gorî koma Nacar çanda gelêrî ne tenê bûyerên borî ne, lê belê ew jiyaneke nûkirî ye û bi ruhê nifşên nû jî lê dide û pêkhateyan li hev dicivîne.

(mh/fr)

ANHA