Sûdanî bi Mazlûm Ebdî re axivî

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi peywendiya telefûnê bi Mazlûm Ebdî re axivî û diyar kir ku diyalog misogeriya yekitiya Sûriyeyê û qedexeya vegera terorê ye.

Sûdanî bi Mazlûm Ebdî re axivî
21 ÇILE, 2026   00:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi peywendiya telefonê bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî re axivî.

Her du aliyan li ser pêşdeçûnên li Sûriyeyê, bandorên bûyeran li ewlehî û aramiya herêmê û Iraqê nîqaş kirin.

Sûdanî girîngî da xurtkirina diyalogê di vê qonaxa krîtîk de ku mafên tevahî Sûriyeyeyiyan û yekitiya welat û ewlehiya wê diparêze û rê li pêş reva teroristan ji girtîgehan digire.

(fr)