Li Qamişlo û Amûdê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê) li taxên Qamişlo û Amûdê bi şahiyên ku sedan kes beşdar bûn, hat pîrozkirin.

Li Qamişlo û Amûdê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Qamişlo û Amûdê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Qamişlo û Amûdê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Qamişlo û Amûdê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Qamişlo û Amûdê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
3 nîsan, 2024   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahiyên pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li kantona Cizîrê berdewam dikin. 

Li taxên Cudî, Hilêliyê û Asuriyê yên Qamişlo bi beşdariya sedan kesan pîrozbahî hatin lidarxistin.

Di şahiyên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan de, dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Welatiyan agir pêxistin û  govend gerandin.

LI AMÛDÊ GERA SEYAREYAN Û ŞAHÎ

Li bajarê Amûdê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger şahî hat lidarxistin. Beriya şahiyê girseya ku Qada Jinê kom bû û nûnerên saziyan li bajar jî amade bûn, bi karwanekî seyareyan li nava kolanên bajar  geriyan. Piştî gera seyaran li pêşiya navenda ciwanan şahî hat lidarxistin.

Bi sedan kesên ku dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin, fîşekên hewayî teqandin.

Şahî li ber staran bi govendê bidawî bû.