Li Dêrikê şahiya 4'ê Nîsanê

Li Dêrikê rêveber û endamên Şaredariya Gel a bajêr rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Li Dêrikê şahiya 4'ê Nîsanê
3 nîsan, 2024   23:28
QAMIŞLO

Bi dehan endam û rêveberên Şaredariya Gel a Dêrikê li hola Çarçêla ya Dêrikê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di şahiyê de hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû azadîxwaz û welatparêzan pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan wekhevî û azadî hat pêkanîn.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)