ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2024
4 nîsan 2024   02:00

Parêzer Faîk Ozgur Erol diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi zanatî, tecrube û fikrên xwe her roj ji bo vejîn û jiyaneke azad dixebite û got muxatabiya azad û wekhev a Rêber Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya siyasî û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd esas e.

Berdevka YPJ'ê bi boneya salvegera damezirandina YPJ'ê destnîşan kir ku pêwîstiya jinên Sûdan, Yemen, Lîbya, Xeza û Ukraynayê bi xwebirêxistinkirinê heye. Her wiha diyar kir ku YPJ amade ye tecrubeya xwe bi tevahî jinên azadîxwaz re parve bike.

Jinên Efrînê destnîşan kirin ku Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku hemû jiyana xwe ji bo xizmeta gelan derbas kir û zindana Îmralî kir dibistana fikrê azad, roja dawîbûna zilmê ye.

Şêwekar Hisên Elî 75 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser textan neqş kirine. Elî dibêje "Hêvî û daxwazên her kesî hene. Lê hêviya min ew bû ku ez van tabloyan 4`ê Nîsanê bi dawî bikim.”

Li Hesekê li Parka Serdemê şahiyek tê lidarxistin, saet 20:00ˊan, li Til Temirê bi beşdariya xelkê navçeya Zirganê li Parka Malbatên Şehîdan şahiyek tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li navçeya Şedadê bi beşdariya xelkê Mergede û navçeya Erîşa li navenda Kongra Star şahiyek tê lidarxistin, saet 11:00ˊan,  li navçeya Dirbêsiyê li Parka Şehîd Zevîn şahiyek tê lidarxistin, saet 10:00ˊan. Her wiha li Til Birakê saet 19:00ˊan û li navçeya Holê saet 13:00ˊan şahî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li pêş hola Roj a Çilaxa, li Qamişlo li Parka Azadî şahî tên lidarxistin, saet 19:00ˊan, li Amûdê li hola Beylesan şahî saet 19:00ˊan tê lidarxistin, li Dêrikê jî Parka Rêber Abdullah Ocalan li gundê Bane Qesrê saet 10:00ˊan tê vekirin, li Tibespiyê dar tên çandin, saet 10:00ˊan, li Tirbespiyê li Parka 4ˊê Nîsanê şahî tê lidarxistin, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê ji pêş mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê rûniştiye, li gundê Elpelûr ê li rojavayê Kobanê ya kantona Firatê şahî tê lidarxistin, saet 11:00ˊan. Şahî bi meşa erebeyan ji Qada Şehîd Egîd ve dest pê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola Tac a Reqayê şahiya bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, saet 10:00ˊan, li Tebqayê jî rêzeçalakî tên lidarxistin; Parka 4ˊê Nîsanê li Tebqa tê vekirin, Desteya Jîngehê ya kantonê daran diçîne, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê şahiyekê li dar dixe, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullha ocalan daxuyaniyekê li ser aşkerakirina hemleya komkirina îmzeyan dide. Li knatona Dêrazorê jî li herêma Meamil şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)