Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin

Di panela têkildarî Roja Têkoşîna Dijî Çolbûn û Ziwabûnê de sedemên zuhabûnê, guhartina rewaş hewayê û bikaranînê avê hatin gotûbêjinkirin.

Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
Li Qamişlo sedema çolbûn û ziwabûnê hat gotubêjkirin
13 hezîran 2024   21:28
QAMIŞLO

Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava bi munasebeta 17ˊê Hezîranê ya Roja Têkoşîna Dijî Çolbûn û Ziwabûnê ya Navneteweyî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo panelek li dar xist. 

Li panelê endamên Kongra Star, Desteya Jîngehê, Akamdemiya Jineolojî, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava amade bûn.

Panel li ser 4 xalan hat meşandin û wiha ne:

`SÎSTEMA DEWLET Û BIKARANÎNA AVÊ`

Xala yekemîn di panelê de ya bi navê “Sedemên bikaranîna avê ji aliyê dewletan ve weke madeyeke siyasî û bandora wê li ser Rojava” ji aliyê xwendekara Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Rojava Rojîn Yûsif ve hat dayîn.

Rojîn Yûsif diyar kir ku di dîrokê de gelek şaristanî û dewletan hewl da avê bixin bin kontrola xwe, li gorî wê jî polîtîkayên avê dimeşînin. Şerê Dîcle û Firatê di encama kêmbûna avê de derket, aloziya Misir û Etîyopyayê li ser çemê Nîlê derket, li ser çemê Urdunê û çemê Yermûk, Îsraîl, Urdun û Sûriyeyê derketin.

Rojîn Yûsif da zanîn ku sîstema kapîtalîzimê di mijara bikaranîna avê de xwe kûr kir, taybetkirina çavkaniyên avê, avakirina kampanyayan dibin sedema kêmkirina avê. Qirêjiya ku pîşesazî li hemberî avê çêdike, newekheviyên belavkirina avê çînatiyê dixe nava civakan de.

Rojîn Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di sala 1950`î de dest bi avakirina bendavên mezin li ser çemên Dîcle û Firatê kir. Di salên 1980`î de di bin navê Projeya GAP (22 bendav û 19 santralên hîdroelektrîkê dihewîne) ava kir. Wê bandoreke neyênî li xelkê Sûriyeyê kir. Di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hevpeymanên aborî hene. Av jî yek ji aliyên ku weke amûr tên bikaranîne. Bandorê ser çandiniyê dike, peydakirina ava baqij kêm dike û di encamê de nexweşî derdikevin.

ˊSEDEMÊN GUHARTINA AVHEWAYÊˊ

Xala duyemîn jî bi navê “Rola guhartina avhewayê di kêmbûna avê, pêşveçûnî ziwabûnê û çolbûna axê de” ji milê endazyarê çandiniyê û mamosteyê Zanîngeha Rojava Awaz Silêman ve hat dayîn.

Awaz Silêman diyar kir ku kêmbûna barîna baranê, bahoza zêde û xurt, germahiya erdê dibe sedema bilindbûna germahiyê. Sedema bilindbûnê jî ji hilberîna enerjiyê tê. Ev hemû gaza CO2 derdixe. Hebûna jenetoran, hilberîna pîşesaziyê weke çemento, hesin û blastîke..û hwd, her wiha avabûna kampanyayan dibin sedemên esasî.

Awaz Silêman da zanîn ku ji bo rêgirtina li ber guhertina avhewayê divê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dar bên çandin, li ziviyên çandiniyê amûrên xwezayî bên bikaranîn, çop bê zîvirandina, wesîleyên çûn û hatinê li ser kehrebeyê bên çêkirin û civak bê hişyarkirin.

Xala sêyemîn bi navê “Awayê bikarnîna avê di çandiniyê de, sedemên kêmbûna cûrbecûriya biyolojîk û rola wê di pêşveçûna ziwabûn û çolbûna axê de” ji hêla endamê Desteya Çandiniyê li Kantona Cizîrê Emîn Erefat ve hat dayîn.

Emîn Erefat diyar kir ku av esasê jiyanê ye, bê av jiyan nadome, şarestanî li devera ku av lê heye dest pê kiriye. Sûriyeyê ji sedî 56 herêmeke çol e. Ew e cihê ku lê baran nabare. Li gorî baranê çandiniya herêmê tê tesbîtkirin. Ji sedî 90 av ji bo çandiniyê tê xerckirin. Ji bo zêdekirina rûbera çandiniyê divê kemberên kesk bên çêkirin.  

Xala çaremîn bi navê “Rewşa hawzê avê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bandora wê li ser ziwabûn û çolbûnê” ji aliyê mamosteyê Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî di beşa Erdnîgarî de Dr. Heval Fatimê ve hat dayîn.

Heval Fatimê da zanîn ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rewşeke zuha-şilî de ye, cihê xwe di asteke navîn de digire. Bandorên siyaseta dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyênî ye û ziwabûnê zêde dike. Ji sedî 90 herêmên ziwa sûdê ji ava binerdê digire, baran li herêmê li gorî welatên derdorê di asteke baş de ye.

Heval Fatimê destnîşan kir ku kêmanî 20 hezar bîr li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kolandin, divê xerckirina avê jê kêm be û saziyên peywendîdar hay ji vê gavê hebin.

Heval Fatimê diyar kir ku rola polîtakayên dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Bakurê Kurdistanê sedema sereke ya çolbûn û ziwabûnê ye û wiha pê de çû: “Berfirehiya bendavên ku avakirinê bi qasî nîvê rûbera Sûriyeyê ye.”

Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir û ev pêşniyar kir; pêwîst e di pergala xwendinê ya li herêmê de girîngî ji bo ekolojiyê bê dayîn, da ku hişmendiya jîngehî li herêmê derbasî asteke bilind be.

(sb)

ANHA