Desteya Hundirîn bi boneya Cejna Qurbanê hin tedbîr aşkera kirin
Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê hin tedbîr girtin û banga pêkanîna wê kir.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da. Desteyê cejn li cîhana îslamê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bi aramî û ewlehî derbas be.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Em Cejna Qurbanê li tevahiya cîhana îslamê, bi taybet gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejn di nava ewlehî û aramiyê de derbas be.
Li gorî vê yekê, ji bo ku ewlehî û aramî were parastin û cejn di atmosfereke ewle de derbas be divê rêwerz û talîmatên jêrîn werin şopandin:
- Ji saet 06.00’an roja şemiyê (15.06.2024ˊan) heta roja çarşemê saet 18.00’an (19.06.2024’an) çûn û hatina kamyon û sahrîcên her cureyî (navîn – mezin) qedexe ye, ji bilî kamyonên ku bi genim an ceh barkirî ne, û tevgera wan dê li gorî rêyên ku ji wan re hatine diyarkirin be, ew jî bi rapora menşe' were derbas kirin.
- Der barê dergehan (deriyan) de, tevgera bazirganî dê raweste û li gorî wê jî, saet ji 6ˊê sibê roja şemiyê (15.06.2024ˊan) heta 6ˊê êvarê roja çarşemê (19.6. 2024ˊan), derbasbûna hemû kel û pelan tê rawestandin. Lê der barê tevgera sivîlan de, ew wek xwe dimîne.
- Saet ji 6ˊê êvarê roja şemiyê (15.06.2024ˊan) heta şeşê êvarê roja çarşemê (19.06.2024ˊan) tevgera bi her cureyê motorsiklêtan heta bi yên leşkerî qedexe ye.
- Li derveyî qanûn û rêzikên derbasdar, bi cezayên berpirsiyariyê avêtina mermiyan qedexe ye."
(fr)