Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 

Meclîsa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê) şerbihêrkek li dar xist. Di şevbihêrkê de du çîrokên li ser hevaltî, parastina jîngehê û helbestên li ser bandora şer, evînên qedexe, êşên civakî hatin gotin.

Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
Li Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî şevbihêrk pêk hat 
9 gulan, 2026   18:47
QAMIŞLO

Meclîsa Wêjeyê ya Rojava – Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê) şevbihêrkek li dar xist. Şevbihêrk li Pirtûkxaneya Şilêrê ya li bajarê Qamişloyê pêk hat. 

Di hola şerbuhêrkê de pankarta “Zimanê Me Mafê Me Yê Rewa ye” hat daliqandin. Rewşênbîr, wêjevan û helbestvan beşdarî şevbihêrkê bûn.

Şevbihêrk bi kêliyek rêzgirtin; ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di şevbihêrkê de Botan Hoşê û Alan Ebdullah çîrok xwendin, Dilyar Osê û Diyala Elî jî helbest xwendin.

Botan Hoşê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Pêwîstiya me bi ciwanên ku pênûsa wan xurt pêwîst e”.

Botan Hoşê çîroka bi navê “Henaseyên Bê Pişik” got. Naveroka çîrokê li ser hevaltiya du ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ye. Du ciwanên Rojava ku bi hev re di nava şoreşa Rojava de cih girtin, rojên herî zehmet de hevaltiya xwe didomînin. Piştî demekê berê xwe didin ser rêya Ewropayê, lê ev rê hevaltiya wan bi dawî dike û ji hev qut dibin.

Alan Ebdullah jî çîroka bi navê “Fermana Lekan” xwend. Naveroka çîrokê li ser wêjevanên ku piştî çalakiyên wêjeyî jîngehê û derdorên xwe qirêj dikin ne.

Piştî wê Dilyar Osê helbesta bi navê “Kêliyên Cengê” xwend. Dilyar di helbesta xwe de bal kişand ser bandorên şer li ser jiyana civakê, taybet jî li ser hilweşîna xewn û xeyalên mirovan.

 Diyala Elî jî helbesta bi navê “Ez Li Vir Bûm” xwed. Helbet di nava xwe de ji 4 beşan pê tê. Di helbestê de êş û azar, êşkence û hezkirinên qedexekirî hatine honandin.

(bî/k)

ANHA