Li Efrînê niştecihekî biyanî mala ku ketibûyê şewitand

Li bajarê Efrînê niştecihekî biyanî ku ketibû mala malbateke efrînî, duh bi şev mal şewitand.

9 gulan, 2026   17:18

Dewleta Tirk û komên girêdayî wê sala 2018`an Efrîn dagir kir û bûn sedem ku bi hezaran malbatên efrînî ji malên xwe derkevin û koçber bibin. Di heman salê de malbatên komên girêdayî dewleta Tirk destê xwe danîn ser mal û milkên xelkê Efrînê. 

Li gorî çavkaniyên herêmî duh bi şev (înê) niştecihekî ne ji Efrînê ku ji sala 2018`an ve ketibû mala malbateke efrînî, berî ku jê derkeve, agir berdide malê û dişewitîne. Mal dikeve navbera taxa Mehmûdiyê û taxa Vêlat a li ser rêya Mazotê. Li gorî çavkaniyên herêmî niştecih ji gundewarên Hesekê ye.

Xelkên Efrînê piştî 8 salan ji koçberiyê vedigerin warê xwe û hîna jî malên gelek malbatan di destê niştecihên biyanî de ne. Efrînî mal û milkên xwe dixwazin, hin niştecih jî qebûl nakin ku mal û milkên xelkê Efrînê li wan vegerînin.

(np)

ANHA