Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist

Koma Orkestra Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo konsertek li dar xist. Di konsertê de stran û muzîka Kurdî û Erebî hatin pêşkêşkirin.

Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
Li Qamaişloyê Orkestra Rojava konsertek li dar xist
10 mijdar, 2024   20:21
QAMIŞLO

Koma Orkestra Rojava ya bi serperiştiya maystro û hunermenda Kurd Mizgîn Tahir li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo konsertek li dar xist.

Di serî de stranên bi rîtm ên li ser amûra kultûrî (erbane) hatin pêşkêşkirin. Piştre koma ku ji 39 zarokan pêk tê, sirûda neteweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) pêşkêş kir. Koma amûrê bi têl û piyano parçeyên muzîkê û stranên Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.

Peymangeha Orkestra Rojava ya Zarokan li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e, ew di Cotmeha 2016'an de hat vekirin.

Di peymangehê de zarok (ji temenê 7 heta 16) li ser hemû amûrên muzîkê tên fêrkirin û perwerdekirin.

(mh/fr)

ANHA