Ciwanên Minbicê şevbuhêrkeke hunerî li dar xist

Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê bi dirûşma "Li hemberî dengê bombeyên we û mirinê em ê dengê mûzîkê bilind bikin û awaza jiyanê lêdin", bi armanca vejandina çand û kultûra kantonê, şevbuhêrkeke mûzîkê li dar xist.

10 mijdar, 2024   20:17
MINBIC

Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê şevbuhêrkeke hunerî bi dirûşma "Li hemberî dengê bombeyên we û yê mirinê em ê dengê muzîkê bilind bikin û awaza jiyanê lêdin" li hola navendê li dar xist. Her wiha endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Desteya Çand û Hunerê û şopdarên muzîkê û kultûra herêmê, beşdar bûn.Di şevbuhêrkê de koma Huwat stran û beşên muzîkê yên ji çand û kultûra pêkhateyên kantonê, pêşkêş kirin. 

Di serî de hevseroka Navenda Çand û Hunerê Roz Îshaq destnîşan kir ku armanca sereke ji vê şevbuhêrkê ew e ku hemwextî rewşa herêmê û êrişên li dijî wê hêvî were vejandin, ji ber ku mûzîk berxwedan û hêviya gelan tîne ser ziman û mûzîk bi xwe aştî ye.

Endamê koma Huwat a Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Welat Xelîl ji ajansa me re behsa dîroka komê kir û got: "Ew ji sal û nîvekê ve hatiye damezirandin. Ji 16 endamên hemû pêkhayeyan pêk tê. Di komê de amûrên rîtm, gîtar, keman, tembûra Kurdî û biziqa Erebî cih digirin."

Xelîl diyar kir ku armanc ji damezirandina komê vejandina çand û kultûra kantonê ye.

(mh/fr)

ANHA