Li Qahîreyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat gotûbêjkirin

Komek rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan û siyasetmedaran li paytexta Misrê Qahîrayê, li ser paltforma Zoom`ê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û mafê wî yê hêviyê de formek li dar xist.

Li Qahîreyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat gotûbêjkirin
24 tebax, 2025   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa "Nûn" a ji bo Azadiya Ocalan roja şemiyê (23`ê Tebaxê) li paytexta Misrê Qahîreyê, bi sernavê "Edaleta nepêkhatî: Dadgeha Ewropî û Mafê Hêvîyê yê Ocalan" bi rêya Zoomê formek diyalogê li dar xist. 

Form ji hêla nivîskar û rojnamevan Reca Hamid Reşîd ve hate birêvebirin. Nûnera Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emîna Xidro, parêzerê Misrî Ehmed Receb, Sekreterê Giştî yê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî li Qahîreyê Dr. Muxtar Xebaşî û komek rewşenbîr û siyasetmedar tevlî gotûbêjan bûn.

DADMENDIYA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

Axaftvanan diyar kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ne meseleyeke takekesî ye, lê meseleyeke mirovî ye ku bi mafên azadîxwaz ve girêdayî ye. Her wiha diyar kir ku doza wî ne tenê doza gelê Kurd e, lê belê doza gelek gelên cîhanê û herêmê ye û dan zanîn ku raman û projeya wî ya demokratîk bûye îlhama tevgerên siyasî û civakî li herêmê .

BERDEWAMIYA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Nûnera Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan Emîna Xidro, tecrîda li ser Rêber Abullh Ocalan û paşguhkirina mafê wî yê hêviyê wekî beşek ji "komploya navneteweyî" ku bû sedema girtina wî, nirxand.

GIRÎNGIYA ZEXTA GEL

Parêzerê Misrî Ehmed Receb da zanîn ku doza Rêber Abdullah Ocalan doza hemû gelê Kurd û hemû gelên azad ên li çaraliyê cîhanê ye, û ji bo naskirina mafê wî yê hêviyê divê zexteke berfireh a gel were kririn da ku hikûmetan neçar bike ku tev bigerin.

DOZEKE SIYASÎ YE

Sekreterê Giştî yê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî Dr. Muxtar Xebaşî, doza Rêber Abdullah Ocalan, tecrîda li ser wî û mafê wî yê hêviyê wekî dozeke "qanûnî û siyasî" bi nav kir, ji ber ku Abullah Ocalan ne tenê li Tirkiyê, lê di heman demê de li Sûriyeyê, Iraq û Îranê jî hêviyên gelê Kurd temsîl dike. Xebaş girtina Rêber Abullah Ocalan wekî "ne qanûnî " bi nav kir û diyar kir ku bidawîkirina tecrîda li ser wî biryareke siyasî hewce dike.

TIRKIYÊ PEYMANA MAFÊN MIROVAN BINPÊ DIKE

Berdevka Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman jî diyar kir ku Tirkiye jî Peymana Navneteweyî ya Mafên Girtiyan e imze kiriye, û her çend ev peyman ji Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bi xwe girîngtir e, lê Enqere bendên wê yên der barê mafên girtiyan de bicîh nayne.

GIRÎNGIYA ÇARESERIYEK SIYASÎ

Endama Koordînasyona Jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer got ku xwespartina saziyên navneteweyî bêwate ye. Emîne da zanîn ku çareseriya siyasî ya ku ji hêla Rêber Abullah Ocalan di banga aştiyê de hatiye ragihandin, rêya rastîn a ber bi çareseriyê ve ye û wiha dewam kir: "Enqere dixwaze destpêkê çareseriyê bicîh bîne, û dûv re rewşa Rêbertî binirixîne. "

MAFEK KU DIVÊ WERE STANDIN

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku girtina berdewam a Rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye, û destnîşan kir ku doza wî dozek hemû gel û civakan e.

Lêkolînera Misrî û nivîskara siyasî Dr. Farnaz Etiya diyar ku mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan "divê were standin" bi rêya avakirina hêzek berfireh a gel, bi taybet di nav Kurdan de, û bi taybetî li Ewropayê, ji bo zextê li Tirkiyeyê bikin û neçar bikin ku li gorî qanûnan û daxwazên rewa yên gelê Kurd tev bigerin.

(k)