Li Perûyê di qezayekê de kesek mir, 47 kes birîndar bûn

Li stadyûmeke li paytexta Perûyê Lîmayê di qezayekê de ku sedema wê heya niha nehatiye zanîn, kesek mir û 47 kes birîndar bûn.

Li Perûyê di qezayekê de kesek mir, 47 kes birîndar bûn
4 nîsan, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li Stadyûma Alejandro Villanueva ya li paytexta Perûyê Lîmayê beriya destpêkirina maçeke futbolê qezayekê rû da.

Di qezayê de ku sedema wê heya niha nehatiye zanîn, bi kêmanî kesek mir û 47 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Perûyê ragihand ku di bûyerê de kesek mir û 47 kes birîndar bûn. Wezîrê tenduristiyê Juan Carlos Velasco piştrast kir ku şert û mercên bûyerê hîn jî ne diyar in.

Li gorî hin îdiayan, sedema bûyerê hilweşîne beşeke dîwarê stadyûmê ye, lê rêveberiya stadyûmê ev îdia red kir.

(bb)