Îran: Bi sedan hedefên dijmin hatin xistin

Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Îranê ragihand ku wan zêdetirî 160 dron, gelek mûşek û balafir xistine.

Îran: Bi sedan hedefên dijmin hatin xistin
4 nîsan, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Îranê Elî Riza Îlhamî ragihand ku hêzên wan di operasyona dawîn de li “sedan hedefên dijmin" xistiye.

Îlhamî got: "Pergalên parastina hewayî di operasyona bersivdayînê ya dawîn de hejmarek balafirên pêşketî yên dijmin, zêdetirî 160 dron û bi dehan mûşek rûxandin."

Her wiha îdia kir ku hêzên wan li dijî balafirên şer ên nişfên 5 û dronên pêşketî mercên pratîk û teknîk ên pêwîst amade kirine û got: "Pergalên me yên parastinê yên pêşketî û amûrên xwecih hene ku dikarin hedefan bişopînin û bi pisporî bi wan re mijûl bibin.”

(bb)