Li peravên Qeterê keştiyek petrolê hat hedefkirin

Navenda Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku li beramberî peravên Qeterê keştiyek petrolê hat hedefkirin.

Li peravên Qeterê keştiyek petrolê hat hedefkirin
5 mijdar, 2026   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku îro li beramberî peravên Qeterê keştiyek petrolê bi du guleyan hat hedefkirin. Agahiyên der barê encamên topbaranê û rewşa ekîba keştiyê de nehatin belavkirin. Heta niha tu aliyekî jî topbaran negirte ser xwe.

Navendê da zanîn ku êriş li bakurê bajarê Şemal ê Qeterê pêk hat, lê nasnameya keştiyê aşkera nekir.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku du keştiyên petrolê û qeyikeke Qeterê li tengava Hurmuzê li mayînan qelibîn û şewat derket. Lê agahiyên zêdetir nedan.

(bb)