Tevgerên Îsraîlê di nava Sûriyeyê de didomin

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 9 erebeyan pêk tê derbasî gundê Huriyê ya Quneytrayê bû. Di heman demê de helikopter li ser Dera û gundewarên Şamê geriyan.

Tevgerên Îsraîlê di nava Sûriyeyê de didomin
5 mijdar, 2026   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gundê Ofanyayê, dewriyeyeke leşkerî ya hêzên Îsraîlê ku ji 9 erebeyan pêk tê derbasî gundê Huriyê bû.

Li aliyekî din helikopter li ser parêzgehên Dera û gundewarên Şamê geriyan.

SOHR‘ê îro beriya niha ragihandibû ku dewriyeyeke Îsraîlê ji 3 erebeyan pêk dihat derbasî gundê Ofanyayê yê bakurê Quneytrayê bû.

(bb)