Li paytexta Yemenê êrişên DYA’yê

Balafirên DYA’yê duh bi şevê li paytexta Yemen Senayê êriş pêk anîn.

Li paytexta Yemenê êrişên DYA’yê
20 nîsan, 2025   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên yemenî ragihand ku balafirên Amerîkayê duh bi şev li deverên cuda yên paytexta Yemen Senayê rêze êriş pêk anîn.

Li gorî çavkaniyan, çiyayê Nuqem ê rojhilatê Senayê, taxa Nehda ya navçeya Sewra ya bakurê rojavayê Sanayê hatin bombebarankirin.

Kanala El Masîra ya ser bi Hûsiyan ve diyar kir ku herêma Derwan a navçeya Benî Heşîş, navçeyên El Husin û Benî Meter ên Senayê hatin bombebarankirin.

Beriya vê jî balafirên DYA’yê bender û balafirgeh ên El Hudeydayê yên li rojavayê Yemenê bomobebaran kiribû. Lê der barê ziyaran de agahî nehatin parvekirin.

Ji navîna Adara îsal ve balafirên DYA’yê nêzî hezar êrişên hewayî li dijî hedefên girêdayî Hûsiyan pêk anîn. Di encamê de windahiyên mezin ên canî û madî çêbûne.

(bb)