Operasyona li kampa Holê ket roja xwe ya sêyemîn
Li kampa Holê û derdora wê operasayona ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di roja sêyemîn de dewam dike.
Li kampa Holê û derdora wê operasyona ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatiye ragihandin ket roja xwe ya sêyemîn.
Operasyona ewlehî û lêgerînê bi beşdariya YPJ û piştgiriya QSD’ê li beşên kampê dewam dike.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh ragihandibû ku di operasyonê de, heta niha 16 çete hatin girtin. Her wiha 3 çekên kalaşnîkov, 2 demançe û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.
Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, ji yek ji kampê herî xeternak li cîhanê ye. Tevî 13 hezar û 124 penaberên iraqê û 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampê dimînin.
(bb)
ANHA