Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatin qetilkirin

Hate zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de jin û zarok 8 kes hatin qetillkirin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatin qetilkirin
20 nîsan, 2025   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 8 kes hatin qetilkirin.

SOHR’ê der barê kuştina 8 kesan de hinek hurgulî parve krin û da zanîn ku li taxa Kerem El Loz a bajarê Humisê çekdarên nenas gule li keçekê barandin û qetil kirin. Li taxa Eyn El Xidra ya bajarê Tilkelex ê gundewarê rojavayê Humisê jî kesek ji aliyê komeke çekdar ve hat qetilkirin. Li gundê Şêx Seed ê li rojavayê bajarê Derayê çekdaran ciwanek qetil kir.

SOHR’ê diyar kir ku li nexweşxaneya El Weir ê bajarê Humisê jî cenazeya ciwanekî ku ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin hat dîtin.

Hate destnîşankirin ku li derdora gundê Ebû Herdob ê rojhilatê Dêrazorê jî cenazeya ciwanekî hate dîtin.

Girêdayî heman mijarê, şêniyan li taxa Bab Şerqî yê li herêma El Ideşeriyê ya Şamê cenazeya zarokekî hat dîtin.

Hate diyarkirin ku ji ber teqînên bermahiyên şer de,  li devera Meret Misrîn ê bakurê Idlibê kesek hat kuştin û li çolistana Mehkan ê rojhilatê Dêrazorê kesek ji ber parçeyên teqîna mayînekê hat kuştin.

(fr)