Li parlamentoya Tirkiyeyê xebatên ‘pêvajo' dest pê dikin

Komîsyona pêvajoyê ya li parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin, îro dê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe.

Li parlamentoya Tirkiyeyê xebatên ‘pêvajo' dest pê dikin
5 tebax, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona pêvajoyê ya li parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin, dê civîna xwe ya yekemîn di 5’ê Tebaxê de li dar bixe. Di merheleya nû de ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û piştre merasîma şewitandina çekan a PKK'ê dest pê kir, di parlametoya Tirkiyeyê de komîsyonek ji 51 parlamenteran pêk tê, hat avakirin. Partiyên ku komên wan di parlamentoyê de nîn in, dê ji aliyê parlamenterekî ve di komîsyonê de bên temsîlkirin û yên din jî li gorî hejmara parlamenteran kontenjan jê re hatine diyarkirin.

AKP dê bi 21 parlamenteran, CHP bi 10, MHP bi 4, DEM Partî bi 4, Koma Yeni Yolê (Gelecek, Deva, Saadet) bi 3 parlamenteran di komîsyonê de bên temsîlkirin.

HUDA PAR, Yeniden Refah, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Çepgir a Demokratîk (DSP) jî, dê her yek parlamenterekî bişînin komîsyonê.

ÎYÎ Partî jî ragihand ku dê di komîsyonê de cih negire. Ji bo wê 3 kontenjan hatibû veqetandin.

Biryarên komîsyonê dê bi dengdayîna piraniya ji pêncan sê werin dayîn.

Komîsyon dê ji aliyê serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş ve bê birêvebirin. Lê Kurtulmuş dê li ser biryaran dengê xwe nede.

Kurtulmuş di 30’ê Tîrmehê de gotibû ku komîsyon ji bo partiyên siyasî 'ne qada têkoşînê ye'.

Navên kesên ku dê di komîsyonê de nûnertiya partiyan bikin wiha ne:

AKP

Cîgirê serokê komê û parlamenterê Dîlokê Abdulhamît Gul, cîgirê serokê giştî û parlamenterê Trabzonê Mustafa Şen, parlamenterê Enqereyê Kurşat Zorlu, parlamenterê Hatayê Huseyin Yayman, serokê Komîsyona Edaletê û parlamenterê Stenbolê Cuneyt Yuksel, parlamentera Edeneyê Sunay Karamık, parlamenterê Erziromê Selamî Altınok, parlamenterê Antalyayê Kemal Çelik, parlamenterê Amedê Mehmet Sait Yaz, parlamenterê Îzmîrê Mahmut Atilla Kaya, parlamentera Stenbolê Şengul Karsli, parlamenterê Mereşê Mehmet Şahin, parlamentera Kayseriyê Ayşe Bohurler, parlamentera Kocaeliyê Radiye Sezer Katırcıoglu, parlamenterê Konyayê Tahir Akyurek, parlamenterê Mêrsînê Ali Kıratlı, parlamentera Rihayê Cevahir Asuman Yazmacı, parlamenterê Tekirdagê Gokhan Diktaş, parlamenterê Wanê Burhan Kayatürk, parlamenterê Meletiyê Abdurrahman Babacan, parlamenterê Samsunê Ersan Aksu.

CHP

Parlamenterê Enqereyê Murat Emir, parlamenterê Enqereyê Okan Konuralp, parlamentera Bursayê Nurhayat Altaca Kayişoglu, parlamenterê Amedê Mustafa Sezgin Tanrıkulu, parlamentera Stenbolê Turkan Elçî, parlamenterê Stenbolê Turan Taşkin Ozer, parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salıcı, parlamenterê Îzmîrê Murat Bakan, parlamentera Îzmîrê Gokçe Gokçen, parlamenterê Îzmîrê Mehmet Salih Uzun.

DEM PARTÎ

Parlamentera Qersê û cîgira serokê komê Gulistan Kiliç Koçyigit, parlamentera Erziromê û endama Komîsyona Destûrê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê Antalyayê Sarûhan Oluç, parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek.

MHP

Cîgirê serokê giştî yê MHP'ê û parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, parlamenterê Sakaryayê Muhammet Levent Bulbul, parlamenterê Kirikkaleyê Halîl Ozturk, parlamenterê Tokatê Yucel Bulut.

PARTIYA SAADET

Parlamenterê Stenbolê Bulent Kaya.

PARTIYA DEVA

Parlamenterê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen.

PARTIYA GELECEK

Parlamenterê Îzmîrê Mustafa Bîlîcî.

Partiyên ku di parlementoyê de koma wan nîn e jî ji aliyê nûnerekî ve tên temsîlkirin.

TÎP: Parlamenterê Stenbolê Ahmet Şik.

EMEP: Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan.

DSP: Parlamenterê Stenbolê û serokê giştî Onder Aksakal.

HUDA PAR: Parlamenter Stenbolê û serokê giştî Zekeriya Yapıcıoglu.

Partiya Demokrat: Parlamenterê Îzmîrê Haydar Altıntaş.

Partiya Yeniden Refahê: Parlamenterê Stenbolê Dogan Bekin.

Di civîna destpêkê ya komîsyonê de, piştî axaftina Kurtulmûş dê nûnerên partiyên siyasî biaxivin. Her wiha rê û rêbazên xebatê yên komîsyonê bên diyarkirin.

NAVÊ KOMÎSYONÊ

Navê komîsyonê hê zelal nebûye. Tê payîn ku komîsyon di civîna xwe ya destpêkê de navê komîsyonê jî nîqaş bike.

Serokê giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di 26’ê Tîrmehê de bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo komîsyonê navê "Komîsyona Yekitî û Piştgiriya Neteweyî" bi lêv kir.

Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî di ser vexwendnameya ku ji partiyan re şandibû, wek "komîsyona ku dê li gorî armanca Tirkiyeya bêteror bê avakirin" (vî navî medyaya alîgirê desthilatê bi kar tîne) nav lê kiribû.

DEM Partiyê nerazîbûna xwe ya li hember binavkirina pêvajoyê wek "Tirkiyeya bêteror" nîşan da û diyar kir ku divê navê wê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kiribû ku aşkerakirina komîsyoneke ku bi polîtîkayên teror û ewlekariyê çareseriya pirsgirêka Kurd dike armanc, şaş e û divê ev yek li gorî aştî û civaka demokratîk be.

CHP'ê jî li dijî navê "Tirkiyeya bêteror" îtiraz kir. CHP dibêje divê komîsyon bibe xwedî mîsyoneke ku ne tenê li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nasekine, lê tevkariyê li demokratîkbûyînê bike û navê "Komîsyona Aştiya Civakî, Edalet û Lihevkirina Demokratîk" pêşniyar kir.

MÎSYONA KOMÎSYONÊ

Ev cara pêşîn e ku aliyê hiqûqî yê ku Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyên berê yên aştiyê de israra wan dikir, ev çend şênber bûye. Di hevdîtinên pêvajoya aştiyê ya sala 2013'an de li Îmraliyê pêk hatin, Rêber Abdullah Ocalan gotibû divê di bin banê parlamentoyê de komîsyonek bê avakirin û pêşniyar kir ku ev komîsyon dikare wek "Komîsyona Heqîqetê, Komîsyona Hevrûbûnê" bê binavkirin.

Di 11’ê Tîrmehê de heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku ew li bendê ye ku xebatên komîsyonê yên di rojeva parlamentoyê de bi awayekî berfireh bin ku tevkariyê li aştî û demokrasiyê bikin.

Komîsyona ku di parlamentoyê de tê avakirin, dê ji çêkirina qanûnên ji bo pêvajoyê pêwîst in, berpirsyar be.

BINGEHA QANÛNÎ

Komîsyon, bêyî biryareke qanûnî yan jî destûrî ya bi qanûnan pesendkirî, bi biryara Serokatiya Parlamentoyê tê avakirin. Nivîsên ku ku wê amade kirine, dema bişînin aliyên têkildar, dê xebata komîsyonê esas be. Pêşniyarên qanûnê jî dê ji aliyê komîsyonên pispor ên pêwendîdar ve bên nirxandin.

BENDEWARIYÊN DEM PARTIYÊ JI KOMÎSYONÊ

Dem Partî diyar dike ku di madeyên destpêkê yên rojeva komîsyonê de divê mijarên wekî serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş, rakirina cihêkarî û newekheviyên di dema girtinê de hebin. Mîsyoneke din ku DEM Partî girîng dibîne jî demokratîkbûyîna Komarê û ji nû ve avakirina pêvajoyeke ku li ser bingeha welatîbûna wekhev rê li ber komareke demokratîk vedike. Di daxuyaniyên rayedarên DEM Partiyê yên cuda de, peyamên çêkirina destûreke demokratîk ji bo serkeftina pêvajoyê xuya dibin.

Komîsyonê dê civîna xwe ya yekemîn di 5’ê Tebaxê de li dar bixe û dê di rojên pêş de zelal bibe bê ka rêgeheke çawa li ber pêvajoyê çêke.

ANHA