Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê

Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xizmetên tenduristî ji hemû şêniyan re pêşkêş dike û dermanan bê pere dide.

Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
Di xizmeta tenduristiyê de însiyatîfa alîkariyê
5 tebax, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armanca pêkanîna pêdiviyên şêniyên taxan ên nikarin dermanan dabîn bikin, insiyatîfeke alîkariyê da destpêkirin. Meclis li gorî raporên bijîşkan dermanan bê pere dide nexweşan. Ji bo derman di cihê xwe de werin bikaranîn û zirarê negihînin şêniyan, şertekî sereke ya dayîna dermanan rapora bi navê nexweş e.

Însiyatîfê ji destpêka meha Tîrmehê ve dest pê kiriye. Di encamê de barê zêde yê dikeve ser milê nexweşan sivik dike. Ev bi taybet ji bo malbatên koçber û yên derfetên wan kêm, sûdeke mezin e.

Meclis dermanên nexweşiyên dil, şekir, tansiyon, rebû û her wekî din li gorî raporên bijîşkan dide nexweşan. Belavkirina dermanan ji aliyê 4 komîteyan girêdayî meclisên herêmê ve pêk tê.

Belavkirin bi rêya Meclisa Şehîd Gulê Selmo, Meclisa Şehîd Gelhat, Meclisa Şehîd Cengîz û Meclisa Eşrefiyê bi hevkariya komînan bi rê ve diçe. Li van komîteyan navên nexweşan têne belgekirin û li gorî pêdiviyan derman tên dayîn.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Osman Şêx Îsa der barê xebatên belavkirin de ji ajansa me re got: “Em li gorî derfetên di destê xwe de dermanan ji nexweşan re pêşkêş dikin. Em giraniyê didin koçberên hatine taxên me, ji ber rewşa wan a jiyanî zehmet e.”

Osman Şêx Îsa di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku wan plan kiriye însiyatîfa wan 2 mehan dirêj bike û got: “Planeke me ya bi rêk û pêk a belavkirina dermanan heye. Em armanc dikin dermanên me bighêjin kesên hewcedar. Di vê demê de ev gaveke girînge. Em hêvî dikin em karibin xebatên xwe yên alîkariyê dewam bikin.”

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tenê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir heye. Ew xizmetên tenduristî bi buhayekî sembolîk pêşkêş dike.

(dc)

ANHA