Eşîra Şerabîn: Hevgirtin mîsogeriya aramiyê ye, em li kêleka QSD`ê ne

Nûnerê eşîra Şerabîn Şêx Ehmed Mihemed El Xidir da zanîn ku ew alîgirên jiyana hevbeş û hevgirtina pêkhateyan in û diyar kir ku ev hevgirtin egera sereke ya aramiyê ye.

Eşîra Şerabîn: Hevgirtin mîsogeriya aramiyê ye, em li kêleka QSD`ê ne
5 tebax, 2025   06:25
HESEKE
EBDULXENÎ EL HAMAN

Gelek aliyên herêmî û navneteweyî hewl didin di navbera pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fitneyê derxin. Lê êl û eşîrên herêmê diyar dikin ku ew alîgirên jiyana hevbeş û hevgirtina pêkhateyan in.

Nûnerê eşîra Şerabîn a kantona Cizîrê Şêx Ehmed Mihemed El Xidir der barê geşedanên giştî yên li Sûriyeyê û rola eşîran di aştiya navxweyî û parastina Rêveberiya Xweser a Demokratîk de axivî.

Şêx Ehmed El Xidir got: "Em wek eşîra Şerabîn, alîgirên projeya jiyana hevbeş in, ji ber ku ew proje ne ji valahiyekê derneketiye, lê ji êş û azarên demdirêj û salên şer derketiye. Ezmûna Rêveberiya Xweser îspat kiriye ku ew her kesî, Ereb, Kurd û Suryan, bêyî cudahî hembêz dike. Ezmûnên wiha li vê herêmê kêm in.”

‘HEVGIRTINA CIVAKÎ MERTALÊ LI DIJÎ FITNEYÊ YE’

El Xidir diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ne tenê wekî helwestek siyasî were dîtin, lê wekî hevgirtineke kûr ku xwe dispêre çarenûs û dîroka hevpar were dîtin.

El Xidir wiha dewam kir: "Demeke dirêj e em bi Kurd û Suryanan re dijîn. Li ser vê axê dijîn û heman avê vedixwin, adetên me bûn yek. Komplo me ji hev cuda nakin. Yên ku dixwazin me parçe bikin, tenê xizmeta ajandeyên derve dikin ku xêra Sûriyeyê naxwazin.”

Nûnerê eşîra Şerabîn destnîşan kir ku hewldanên çêkirina fitneyê di navbera eşîrên Ereb û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne nû ne, lê bi saya hişyarî û hevgirtina civakê ev hewldan têk çûne. Her wiha destnîşan kir ku derxistina fitneyê tenê xizmeta dijminên gelê Sûriyeyê dike.

El Xidir der barê QSD`ê de jî got: "QSD li dijî çeteyên DAIŞ'ê mertalê vê herêmê bû û bi hezaran şehîd dan. Di nava van şehîdan de şehîdên ji eşîra me jî hebûn ku mil bi mil bi birayên xwe yên Kurd û Suryan re şer kir. Ji ber vê yekê QSD ne tenê hêzên kurdî ye, projeyeke neteweyî ya berfireh e.”

El Xidir wiha dewam kir: "Gotrgotên li ser dûrxistina Ereban ji QSD'ê gotinên derew in, hin dezgehên medyayê yên bi pere van gotegotan dikin. Rastî ev e ku QSD hemû pêkhateyan dihewîne, rêzê li îradeya eşîran digire û ewlehî û aramiya herêmên xwe diparêze.”

‘PROJEYEKE BÊYÎ MAFÊ KURDAN DÊ NE PROJEYEKE NÎŞTIMANÎ BE’

Şêx El Xidir der barê naskirina mafên gelê Kurd de jî axivî û diyar kir ku her projeyeke ku mafên neteweyî, siyasî û çandî yên Kurdên li Sûriyeyê garantî neke, dê ne adil û ne jî nîştimanî be û got: "Em bawer dikin ku azadiya gelê Kurd beşek ji azadiya Sûriyeyiyan e, û rûmeta wan beşek ji rûmeta me ye. Em nikarin Sûriyeyek demokratîk ava bikin ger em gelê Kurd binpê bikin an hebûna wan înkar bikin. Divê ev rastî bi eşkere were gotin. "

Şêx Ehmed Mihemed El Xidir di dawiya axaftina xwe de ev peyam da eşîrên Ereb: "Nekevin nav hewldanên fitneyê û guh nedin dengên fitneyê, ew dengên ku dixwazin di navbera me û birayên me de nakokiyan çêbikin. Çarenûsa me yek e, dijminê me jî yek e. em bi yekîtiya xwe bi hêz in, ne bi parçebûna xwe.”

(k)

ANHA