Li Pakistanê di encama lehiyan de 54 kes mirin

Li Pakistanê ji ber baranên musonê lehî rabûn û di encamê de di nava 24 saetan de 54 kes mirin.

Li Pakistanê di encama lehiyan de 54 kes mirin
17 tîrmeh, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Desteya Rêvebiriya Karesatan a Pakistanê di 24 saetên dawî de herî kêm 54 kes mirine û 227 kes birîndar bûne. Hejmara giştî ya miriyan ji dawiya meha Hezîranê ve gihaştiye 180’yî.

Servîsa meteorolojiyê ya welêt têkildarî barana dijwar û lehiyan hişyarî da.

Li bajarê Rawalpindi betlaneyek giştî hat ragihandin û ji niştecihan hat xwestin ku li malên xwe bimînin û ji bo valakirinê amade bibin. Hin dever ji ber îhtîmala lehiyan hatin valakirin.

Pakistanê hîna jî ji lehiyên wêranker ên sala 2022’yan ku bûbûn sedema mirina hezar û 700 kesan, xwe rizgar nekiriye.