Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk û Meclisa Parastina Zarokan êrişên li dijî zarokan şermezar kirin û daxwaza vekirina lêkolîneke berfireh û hesabpirsînê ji êrişkar û sûcdaran kir.

Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin
Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin
Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin
Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin
Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin
Li 4 bajaran êrişên li ser Siwêdayê hatin şermezarkirin
17 tîrmeh, 2025   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Parastina Zarokan a Kantona Cizîrê der barê êrişên li ser Siwêdayê de ku di encamê de jin û zarok jî di nav de, bi sedan kes hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya li pêşiya avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê Îbtîsam Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên ku ji 15 salan ve li Sûriyeyê li dijî zarokan têne kirin hatin şermezarkirin û hate gotin ev sûcên ku piştî rûxandina rejîma Baasê dewam dikin, li dijî peymanên mafên zarokan in.

Di dewama daxuyaniyê de komkujiyên li Siwêda û peravê hatin şermezarkirin û hate bibîrxistsin ku sivîl li malên xwe ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve tên qetilkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga parastina mafên mirovan û mafên zarokan ên ji tevahiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê hat kirin.

Li Tebqa, Reqa, Qamişlo û Hesekê jî ji aliyê endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ve daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ola îslamê ola dilovanî û aştiyê ye, ne ola rijandina xwînê û çekan e û bikaranîna navê îslamê wek hinceta pêkanîna sûcan, hat şermezarkirin. Di dewama daxuyaniyê de êrişên li ser Siwêdayê bi tundî hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û çekdarên girêdayî wê berpirsên êriş û wêraniya li Siwêdayê ne.

Meclisan di daxuyaniyan de xîtaba mezhebî û provoksayonan şermezar kir û hişyarî da ku rewş ber bi şerekî navxweyî û parçebûna civakê ve biçe. Her wiha hate destnîşankirin ku binpêkirinên li Siwêdayê hatin kirin li dijî pîvanên mirovî, olî û qanûnên navneteweyî ne.

Di daxuyaniyan de her wiha jinên bi navên Fewziye El Şeranî, Nesrîn Redwan û Fatin Hisên û hemû kesên di êrişên li Siwêdayê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn û wiha hate gotin: "Xwîna wan dê vala neçe. Hesbpirsîna ji sûcdaran pêwîstiyek e, nabe were taloqkirin."

Her wiha hate gotin: "Rêya xilasiya ji trajedyayê bi diyalog û aqilmendiyê, ne bi çek û provokasyonan. Divê ol bibe hêza exlaqê, nebe wesîleya rewakirina sûc û binpêkirinan."

(bb)

ANHA

REQA

HESEKÊ

QAMIŞlO

tebqa

qamişlo