Di êrişên Ukraynayê yên duh de jinek hat qetilkirin, 3 zarok birîndar bûn

Artêşa Rûsyayê ragihand ku wê di saetên şevê de 122 dronên Ukraynayê rûxandine. Hate diyarkirin ku di êrişan de jinek hat qetilkirin û 3 zarok birîndar bûn.

Di êrişên Ukraynayê yên duh de jinek hat qetilkirin, 3 zarok birîndar bûn
17 tîrmeh, 2025   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro daxuyand ku hêzên wê yên hewayî di saetên şevê de 122 dronên Ukraynayê rûxandine. Wezaretê êrişên şevê din wekî yên herî mezin ji destpêka şerê li Ukraynayê ve nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dron li Bryansk, Kursk, Oryol, Smolensk, Voronezh, Belgorod, Moskov, Kaluga, Kirimê, Lenîngrad, Lipetsk û li Tulayê hatin xistin.

Waliyê herêma Voronezhê Alexander Gusev ragihand ku di encama ketina bermahiyên dronan ên li ser avahiyekê de 3 zarok birîndar bûn û herî kêm 4 avahiyan zirar dît.

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin jî ragihand ku hêzên parastina hewayî 3 dronên ku ber bi paytextê ve hatin avêtin, bêyî ku zirarên madî an mirovî çêbin, asteng kirine.

Waliyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov jî da zanîn bombeyek li malekê ketiye û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest daye.

(bb)