Li Nisêbînê û Rihayê gelê Kurd e" ber bi sînor ve meşiyan

Li Nisêbînê û Rihayê gel bi dirûşma "Rojava têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd e" ber bi sînor ve meşiyan

Li Nisêbînê û Rihayê gelê Kurd e" ber bi sînor ve meşiyan
27 ÇILE, 2026   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê Bakurê Kurdistanê meş û çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin. Îro jî bajarên Bakûrê kurdistanê  Amedê, Şirnexê, navêeya Serêkaniyê, Êlihê û navçeyên Mêrdînê tev li meşa Nisêbînê û Rihayê bûn.

MÊRDÎN

Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, ciwanên Meclisa DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn. Her wiha ji Şirnex û navçeyên wê jî gelek kes tev li bûn

Girseya ku li Qada Newrozê kom bû pankarta li ser “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hilgirt. Girseya ku kom bûyî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Rojava rûmeta me ye berz kir û li gel stranan bi çepikan xistin. Girse dê ji Bûlwara Newrozê heta Parka Aştiyê bimeşe û li wir daxuyanî were dayîn.

RİHA

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê jî li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên pêkhateyên platformê û gelek kes tevlî bûn. Beriya daxuyaniyê her derê navçeya Serêkaniyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya li ber avahiya DEM Partiyê ya Serêkaniyê kom bû bertek nîşanî dorpeçê dan.