Jinan li dijî êrişan çalakiyek li dar xist

Jinên kantona Cizîrê êrişên komên çete yên li ser Rojava û binpêkirina agirbestê şermezar kirin.

Jinan li dijî êrişan çalakiyek li dar xist
Jinan li dijî êrişan çalakiyek li dar xist
Jinan li dijî êrişan çalakiyek li dar xist
Jinan li dijî êrişan çalakiyek li dar xist
Jinan li dijî êrişan çalakiyek li dar xist
27 ÇILE, 2026   15:13
HESEKÊ

Ji deverên cuda yên kantona Cizîrê bi sedan jin li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê hatin gel hev û êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser Rojavayê Kurdistanê, şermezar kirin. 

Çalakiya jinan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Cizîrê Jiyan Hisên axivî. Jiyan Hisên salvegera 11’an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, pîroz kir û berxwedana wan a li hemberî komên çete silav kir.

Jiyan Hisên da zanîn ku ew ê bi rihê berxwedana Kobanê têkoşînê bidomînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em endamên Kongra Star em ê destkeftiyên ku bi keda şehîdên mîna Salîhe Erebo, Denîz Çiya û Arîn Mîrkan hatine bidestxistin biparêzin. Em soz didin ku em li ser xeta azadî, têkoşîn û berxwedanê bimeşin ta welatekî azad û demokratîk ava bikin."

Jiyan Hisên  destnîşan kir ku konsepta qirkirinê li dijî Kurdan tê kirin komployeke navneteweyî ye, armanc jê têkbirina têkoşîna Kurd û têkbirina projeya wan a demokratîk e.

Jiyan Hisên anî ziman ku planên li ser Kurdan dê bi ser nekevin, ji ber ku îradeya Kurdan ji hemû plan û komployan mezintir e.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Kobanê û Rojava bi dawî bû.

(b)

ANHA