Li Navenda Mihemed Şêxo filmê "Rêya Dûr" hat pêşandan

Di çarçoveya çalakiyên hunerî û çandî de filmê "Rêya Dûr" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê hat pêşkêşkirin.

Li Navenda Mihemed Şêxo filmê "Rêya Dûr" hat pêşandan
Li Navenda Mihemed Şêxo filmê "Rêya Dûr" hat pêşandan
Li Navenda Mihemed Şêxo filmê "Rêya Dûr" hat pêşandan
Li Navenda Mihemed Şêxo filmê "Rêya Dûr" hat pêşandan
12 gulan, 2026   20:53
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên hunerî û çandî de, îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi beşdariya dehan şêniyan filmê "Rêya Dûr" hat pêşandan.

Piştî pêşandana yekem a filmê di Festîvala Filmên Kurdî de, ev cara duyem e tê pêşandan. Film par bi beşdariya komeke ciwanên bi hunerê re eleqedar in hat kişandin, ji hêla "Claude Studio" ve hat hilberandin û ji hêla Reşîd Mihemed ve hat derhênerkirin.

Bûyerên filmê li ser xewna zarokekî biçûk e hewl dide hêviyên xwe ligel şert û mercên xizantî û mehrûmbûnê pêk bîne ye. Rêwîtiya zarok, astengî û zehmetiyên di rêya hewlên wî de tên pêşkêşkirin. Film hem drama hem jî kom

Fîlm li dora xewna zarokekî biçûk û şopandina armancên wî di nav xizanî û bêpariyê de digere, rêwîtiya wî, zehmetî û astengiyên ku ew di rê de pê re rû bi rû dimîne nîşan dide. Film vê çîrokê di çarçoveyek dramatîk de di nav de komîdî pêşkêş dike.

Çîrok li dora 2 kesayetên sereke, "Yilmaz û Şiyar" digere ku hewl didin astengiyên li ser rêya xwe derbas bikin û pirsa gelo ew ê bikaribin li ser "Rêya Dûr" bigihîjin xewna xwe vekirî dimîne.

(fr)

ANHA