Ahenga îmzekirina pirtûka “Xwerist” pêk hat

Di pêşangeha pirtûkan de ahenga îmzekirina pirtûka nivîskar Ebas Îsmaîl a bi navê “Xwerist” pêk hat.  

Ahenga îmzekirina pirtûka “Xwerist” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Xwerist” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Xwerist” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Xwerist” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Xwerist” pêk hat
12 gulan, 2026   18:38
QAMIŞLO

Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî, bi dirûşma “Zimanê Me Mafê Me Yê Rewa Ye”, Pêşangeha Pirtûkên Kurdî organîze kir. Di pêşangehê de ahenga îmzekirinê ya pirtûka nivîskar Ebas Îsmaîl a bi navê “Xwerist” pêk hat. 

Pirtûka “Xwerist” pirtûkek floklorîk e. Naveroka wê li ser wesifkirina xwezaya Kurdistanê ye ku Kurdan di dîrokê de çawa qala “av, ax, çiya, çem, kevir, baran û hwd.” kiriye.

Pirtûk di sala 2025’an de ji aliyê Weşanên Şilêrê ve hatiye çapkirin.

Nivîskar Ebas Îsmaîl jî 37 pirtûkên bi zimanê Kurdî nivîsine. Lêkolîner û dîroknasê Kurd Prof. Celîlê Celîl ji Ebas Îsmaîl re dibêje “Pirtûkên floklorî binivîse”.

Nivîskar pirtûka xwe ji pirtûkhezan re îmze kir.

(bî/fr)

ANHA