Pete Hegseth: Planên me yên gengeşiyê bilind bikin hene

Wezîrê Şer yê DYA’yê Pete Hegseth di daxuyaniya li Kongreyê kir de diyar kir ku li dijî Îranê “Ger pêwîst bike planên wan ên ku gengeşiyê bilind bikin hene.” Pentagon jî ragihand ku mesrefa şerê bi Îranê re nêzîkî 29 mîlyar dolare.

Pete Hegseth: Planên me yên gengeşiyê bilind bikin hene
12 gulan, 2026   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Şer yê DYA’yê Pete Hegseth, Serfermandarê Giştî General Dan Caine, û Berpirsê Maliyê yê Pentagonê Jules Hurst III li Komîteya Jêr a Lêçûnên Meclisa Nûneran îfade dan. Di rûniştinê de operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê, lêçûnên şer û daxwaza budceya nû ya Pentagonê hatin rojevê.

Pentagon ji bo maliyeya sala pêş budceya parastinê ya 1.5 trîlyon dolar xwest. Hegseth îdia kir ku ev budce wê nîşan bide ku DYA “artêşa herî bihêz a cîhanê ye”. Hegseth diyar kir ku rêveberiya Trump “binesaziya pîşesaziya parastinê ya qelsbûyî ji nû ve vegerandiye asta şer.”

Hegseth di bersiva pirsên li ser senaryoyên leşkerî yên muhtemel ên li dijî Îranê de got: “Ger pêwîst bike planên wan ên ku gengeşiyê bilind bikin hene. Ger pêwîs bike planên vekişîn û veguhestina çavkaniyan jî hene.” Hegseth anî ziman ku ewê gavên din ên derbarê Îranê de eşkere neke.

Serokê Maliyê yê Pentagonê Jules Hurst III daxuyand ku lêçûna şerê DYA’yê ya li dijî Îranê ji ber tamîrkirina amûran, nûkirina cebilxaneyê û lêçûnên operasyonel nêzîkî 29 mîlyar dolarî ye. Berê, ev hejmar bi qasî 25 mîlyar dolarî bû.

Di rûniştinê de her wiha îdiayên ku stokên mûşekan û cebilxaneyên leşkerî yên DYA’yê kêm dibin hatin nîqaşkirin. Hegseth got: “Pirsgirêka cebilxaneyê tê mezinkirin. Em dizanin bê çi heye û em xwedî hemû hewceyiyan in.”

Her wiha Senatorê Demokrat Mark Kelly diyar kir ku di dema pevçûna bi Îranê re stokên mûşekên Tomahawk, pergalên Patriot û Thaadê pir kêm bûne û nûkirina wan wê bi salan dem bigire.

Li DYA’tê bandora aborî ya şer tê hîskirin. Li gorî daneyên fermî, enflasyona li welêt di meha Nîsanê de li gorî sala borî gihîştiye ji sedî 3,8 û ev yek gihîştiye asta herî bilind a sê salan. Hat destnîşankirin ku bi taybetî ji ber şerê li Rojhilata Navîn bihabûna enerjiyê, enflasyon leztir kir. Bihayê benzînê di sala dawî de ji sedî 28,4 zêde bûye.