Li Minbicê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedaran a Minbicê û Rêxistinên Civaka Demokratîk êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê şermezar kirin.

Li Minbicê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Li Minbicê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
2 kanûn, 2024   18:09
MINBIC

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Minbicê û Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Kantona Minbicê bi daxuyaniyên cuda êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Daxuyaniya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran li Kampa Resim El Exder a li rojhilatê bajar bi amadebûna koçberên li kampê û endamên desteyê hat dayîn.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Munteha Beşmaf daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin "Desteya Kar û Barên Civakî û Kekdaran ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê ji bo pêşwazîkirina koçberan di amadebaşiyê de ye. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li ber êrişên nermendane yên li ser herêmê bigirin. Her wiha bang li rêxistsinên navneteweyî dikin ku dimildest destwerdanê bikin û pêwîstiyên koçberan dabîn bikin."

Rêxistinên Civaka Demokratîk jî bi beşdariya endamên rêxistinî, endamên Yekitiya Ajokaran, Yekitiya Mamosteyan, Yekitiya Rewşenbîran daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya Yekitiya Rewşenbîran ji aliyê hevseroka Yekitiya Ajokaran Henan Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin"Welatê me ji ber şerên domdar ên di navbera aliyên bi nakok de di rewşeke metirsîdar a bi girêk re derbas dibe. Ev jî dibe sedema ku rewşa ewlehî û mirovî aloz bibe. Êrişênku  têne kirin berdewama siyasetên dijminane ne ku çeteyan berê li dijî kurdên sivîl ên li Efrînê û herêmên din dagirkirine kirine."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku ji ber êrişên domdar û dorpêçkirina herêmê koçber li pêşberî qirkirin û komkujiyan rû bi rû ne. Bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin li hemberî êrişan piştgiriyê bidin hêzên parastina herêmê û hate gotin "Yekitiya me çeka herî bi hêz e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku êrişan rawestînin, dorpêça li ser herêmê rakin û welatiyan ji metirsiyên qirkirinê biparêzin.

(bb)

ANHA