Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Ehmed Mihemed El Mele de soza domandina têkoşînê hate dayîn û hate gotin "Şehadet bingeha hebûn û berxwedana me ye."

Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye
Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye
Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye
Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye
Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye
Di merasîma sersaxiyê de: Şehadet esasê hebûn û berxwedana me ye
17 kanûn, 2024   14:50
QAMIŞLO

Ji bo şervanê QSDˈê şehîd Ehmed Mihemed El Mele ku 8ˈê Kanûnê li Dêrazorê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

Şêniyên bajarê Til Hemîs, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran herikîn bin konê sersaxiyê ku li gundê Ebû Cirin ê başûrê bajar hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de rêveberê Akademiyên Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Mensûr El Ebdullah axivî. Mensûr El Ebdullah got: "Ji bin konê şeref û rûmetê em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Şehîdan ji bo ewlehiya gelê xwe rêya azadiyê xêz kir."

Endama Meclisa Kongra Star a Til Hemîsê Xalîsa El Casim soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Şehadeta wan bingeha hebûn û berxwedana me ye. Xwîna şehîdan ne erzan e. Şehîd di dil û bîra me de zindî ne.”

Di dewama merasîmê de hevserokê Meclisa Ebû Cirinê Silêman El Başiye jî anî ziman ku gel bi saya keda şehîdan azadî bi dest xist û got: "Ne ji şehîdan bûya, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibû baregeha terora DAIŞˈê ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA