Li Meksîkayê di êrişekê de 11 kes hatin kuştin

Li Salamanca ya Meksîkayê piştî maçeke futbolê êrişeke çekdarî hat kirin. Di encamê de 11 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li Meksîkayê di êrişekê de 11 kes hatin kuştin
26 ÇILE, 2026   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Salamancayê César Prieto duh di nivîsekê de ku li ser Facebookê de parve kiribû, diyar kir ku komeke çekdar piştî maça li stadyumeke futbolê êriş pêk anî, di encamê de 11 kes kuştin û 12 kesên din jî birîndar kirin. 

Prieto diyar kir ku di nava birîndaran de jinek û zarokek hene û bûyer wekî "xemgîn û tirsonek" û "şikestineke civakî ya xeternak" bi nav kir.

Sedemên êrişê û kesên li pey wê nehatin zanîn.

(b)