Li Lubnanê rewşa debarê û mafên welatiyan

Lubnan ji aliyê siyasî heta aborî, ewlehî û civakî bêtirî 4 salan e di nava valahiya serokatî, sazûmanî û hikumeta heyî de, di nava qeyranên kûr de ye.

Li Lubnanê rewşa debarê û mafên welatiyan
Li Lubnanê rewşa debarê û mafên welatiyan
Li Lubnanê rewşa debarê û mafên welatiyan
Li Lubnanê rewşa debarê û mafên welatiyan
Li Lubnanê rewşa debarê û mafên welatiyan
3 adar, 2024   05:35
BEYRÛT
RANYA EL UBÊD

Dawiya sala 2019`an piştî ku bankên Lubnanê deriyên xwe girtin û nema pere didin û qeyd li ser kişandina pereyan bi dolarê ferz kirin, nîşaneyên aloziya li Lubnanê xuya bûn.

Aloziya herî dawiyê aloziya jiyanî ye ku ji ber hilweşîna aboriyê û nebûna plansaziya reformê ji aliyê dewletê ve çêbûye.

Karmendên sektora giştî ketin greveke giştî û di encamê de gelek saziyên dewletê hatin girtin û xebatên wê rawestiyan.

Hikumeta Lubnanê jî mafên welatiyên Lubnanê paşguh dike. Li vir diyar dibe ku li cem hikumetê tu çareserî yan jî plansazî tune ne. Mûçeyên karmendan têra pêdiviyên wan, derman û dayîna bacan nakin.

Di çend rojên dawîn de li qada Riyad El Salih a li Beyrûtê hemwextî lidarxistina civîna parlamantoyê xwepêşandan li pêşiya avahiya hikumetê li dar ketin. Di rojeva civînê de gelek bend, di nav de dayîna dabînên demkî ji karmendên sektora giştî û malnişînan re hebûn.

Di civîna parlamantoyê de li ser zêdekirina rêjeya herî kêm a mûçeyan karmendên sektora giştî, leşkerên malnişîn heta 400 dolarî hate lihevkirin ku berê mehane 150 dolar bû.

Hikumeta Lubnanê soz da leşkerên malnişîn û karmendên sektora giştî ku zêdebûn demkî ye û dê di 3 mehan de yanî heta Hezîranê çareser bike.

`NABE TU KES DEST BIDE JÊDERA QÛTA ME Û RÛMETA ME, EM ZÊDEBÛNÊ QEBÛL NAKIN`

Leşkerên malnişîn zêdebûna maşê red kirin ji ber ku hindik e û ji karmendên rêveberiyên sektora giştî re di bin sernavên xapînok de hatin erêkirin, têrê nakin û rêzê ji rûmeta wan re nagire nemaze ku malbatên şehîdan hene û dê çawa bikarin mafên xwe yên herî nizm bi dest bixin. Her wiha diyar kirin ku hikumet pirsgirêkên jiyanî bi rêbazên ne cidî sererast dike.

Li gorî daxuyaniya leşkerên malnişîn, ew dê li hember vê zulmê bêdeng nemînin û dê bi dengekî bilind bersivê bidin. Ew bang li hikumetê dikin ku dest bi reformê bikin mîna ku soz daye yan jî dê dest bi pêvajoyeke din bikin ku ji ya berê bi temamî cudatir e.

Çendek leşkerên malnişîn ji ajansa me re axivîn û behsa rewşa jiyanî û zêdebûna ku hikumetê erê kiriye, kir. Gelek ji wan got zêdebûn demkî ye û hinek jî dibêjin neheq in û mafên mirovan ên serke binpê dikin.

Bi kurtasî, leşkerên malnişîn û karmendên sektora giştî, li benda pêvajoya bê ne, mîna ku hikumet soz daye ku dê mûçeyan bi awayekî giştî sererast bike, heke wisa nebe boykot dê dewam bike, heta bigihêje malên parlamenteran û wezîran.

(şx)

ANHA