Prof. Margo Okazawa-Rey: Projeya konfederalîzma jinan heyecanê dide me

Prof. Margo Okazawa-Rey diyar dike bi rêya şehîd Nagihan Akarsel û jinên Kurd ên şoreşger, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nas kiriye û dibêje projeya konfederalîzma jinan a demokratîk a jinan heyecanê dide wan.

Prof. Margo Okazawa-Rey: Projeya konfederalîzma jinan heyecanê dide me
3 adar, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Prof. Margo Okazawa-Rey dibêje têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nû nas kiriye û li ser konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji ANHA’yê re axivî.

Margo Okazawa-Rey destnîşan dike ku li tevhiya cîhanê têkoşîna rizgariyê ya jinan dewam dike û wiha diaxive: “Li gelek welatan ew mafên ji berê de hene jî bi xetereyên mezin re rû bir û ne. Li cîhanê partiyên rastgir hatin ser desthilatê û pê re jî gelek pirsgirêk çêbûn. Bi rêya tundiya heyî ya li gelek deverên cîhanê, herî zêde bandorê li jinan dike. Îstîsmara zayendî, zewicandina zarokan, tecawizên leşkeran, ensest, sinnetkirina jinan, cînayetên jinan, tundiya sîber, xizankirin, bêaxkirin-bêmalkirkinê, pirsgirên gelekî mezin ji bo jinan çêdikin û bi ser wan de jî rûxandina xwezayê tê.”

‘BANDORA ÇANDÊN BI PATRIYARKAYÊ TÊNE DOMANDIN, XIRABKER E’ 

Margo Okazawa-Rey dibêje li deverên şer lê dewam dike, ne tenê mafên jinan têne binpêkirin, krîzeke mirovî jî heye û ew krîz herî zêde bandorê li jinan û zarokên keçîn dike û wiha dibêje: “Mêtingerî, dijminatiya li jinan, nîjadperestî û serdestiya mirovên çermspî, radîkalîzma olî, etnosentrîzm, çavlêkeriya xerckirinê, emperyalîzm, kapîtalîzma gerdûnî, kolonyalîzm û hwd tev jî têkiliya xwe bi patriyarkayê (baviksalarî) re hene û bi saya serê wê têne domandin. Ew çandên hanê, bandoreke xirabker li jinan û xwezayê dikin.” 

‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD ÎLHAMÊ DIDE MIN’

Margo Okazawa-Rey diyar dike bi rêya şehîd Nagihan Akarsel û jinên Kurd ên şoreşger, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nas kiriye û dibêje: “Têkoşîna azadî û serxwebûnê ya Kurdan bi sedan salan e heye. Ez hêdî hêdî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û perspektîfa jinên Kurd fêm dikim. Ji Efganistan, Mexrib, Tunis, Vîetnam û helbet Filistînê jî em dibînin ku têkoşîna rizgariya jinan û têkoşîna rizgariya neteweyî li cem hev, gelekî tevlihev e. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îlhamê dide min.”

‘PROJEYA KONFEDELAZÎMA JINAN A DEMOKRATÎK A CÎHANÊ NÛWAZE YE’

Margo Okazawa-Rey îşaret pê kir ku projeya konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê ku Rêber Abdullah Ocala pêşniyar kiriye, jê hez dike û qebûl dike û li ser vê yekê wiha dibêje: “Sê têgihên têkildarî hev ‘Jin, Jiyan, Azadî’, dema ku min nû bihîst, ez gelekî kelecanî bûm. Berevajî tevgereke ‘bêalî’, konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê nûwaze ye. Ji ber ku nirxên ku çanda jiyanê diafirînin û dikarin bêne sepandin, pê re hevgirtî ye. Êdî dem ew dem e ku mirov xwedî vîzyoneke wiha ya mezin û wêrek be.”

‘DEMA AVAKIRINA CÎHANEKE NÛ YE’

Margo Okazawa-Rey dibêje bi jinan re tên cem hev da ku azadiya jinan nîqaş bikin û analîz bikin û diyar dike ku di civînên xwe de tevî konfederalîzma jinan a cîhanê, têkildarî tevger û hewldanên femînîstan jî nîqaşên berfireh dikin.  

Prof. Margo Okazawa-Rey dibêje “dem dema fikirîna li cîhaneke nû û afirandina wê ye” û wiha lê zêde dike: “Divê em hêvî bikin û jê girîngtir jî, divê em ji jiyanê hez bikin ku me heta niha qet ew qas jê hez nekiribe. Dem hatiye em tev bi hev re ji deryayê derbas bibin.”

MARGO OKAZAWA-REY KÎ YE?

Margo Okazawa-Rey di sala 1949’an de li Japonyayê ji dayik dibe. Endama avaker a Combahee River Collective e û bi xebatên xwe yên ji bo femînîzma navneteweyî tê naskirin. Profesora amerîkayî, perwerdekar, nivîskar û çalakvana edaleta sosyal e. Di Zanîngeha Fielding Graduate ya Kalîforniyayê de wek hîndekar xebitî. Li ser mijarên pevçûnên çekdarî û tundiya li ser jinan xebitî. Ji avakarên Tora Jinan a Naveneteweyî ya li ji dijî Mîlîtarîzmê ye. Li Swîsreyê di Lijneya Jinên Cîhana Aştiyê ya Navneteweyî de dixebite û seroka desteya rêveberiyê ya Komeleya Mafên Jinan di Geşepêdanê de (AWID) ye.

Têkildarî femînîzm, edaleta sosyal û tevgerên jinan gelek berhemên wê hene.