Di mîhrîcanê de hunera navenda Şêla

Jinên li Navenda Şêla ya Parastina Jin yekemîn car bi berhemên xwe beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bûn. Jinan peyama “Xwestin koletî, me afirand azadî” da.

Di mîhrîcanê de hunera navenda Şêla
Di mîhrîcanê de hunera navenda Şêla
Di mîhrîcanê de hunera navenda Şêla
Di mîhrîcanê de hunera navenda Şêla
Di mîhrîcanê de hunera navenda Şêla
3 adar, 2024   03:34
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di 9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin de, cara yekemîn e Navenda Şêla ya Parastina Jin a girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê beşdar dibe.

Navenda Şêla ya Parastina Jin 2015`an ji bo jinên ku ji aliyê zîhniyeta baviksalar ve tundî li ser wan tê meşandin, hate vekirin. Jin li vê navendê piştgirî û perwerdeya derûnî, fikrî û pîşeyî dibînin.

Li kantona Cizîrê 3 navendên Şêla ya Parastina Jin hene. Ji Navenda Şêla 7 jinan destkariyên xwe di mîhrîcanê de pêşandan. Jinan seven mêxekrêj, desmalên bimorîk, şohiyên cilan û bazin çêkirin.

Li ber destkariyên wan nivîsên wekî “Xwestin koletî, me afirand azadî” hatibûn daliqandin.

9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin rojên 1 û 2’ê Adarê bi tevlêbûneke xurt li Qamişloyê li dar ket.

ANHA