Li Lubnanê bi navê şehîd Roza û Binefş dewreyek perwerdê hat vekirin

Kongra Star li Lubnanê bi navê şehîd Roza û Binefş dewreyeke perwerdê ya ji bo bilindkirina hişmendî û xurtkirina jinan di civakê de, vekir.

Li Lubnanê bi navê şehîd Roza û Binefş dewreyek perwerdê hat vekirin
3 gulan, 2025   19:06
BEYRÛT

Kongra Star li Lubnanê ji bo jinan dewreyeke perwerdê bi navê her du xweşikan şehîd Roza û Binefş vekir. Ew her du xweşik li Herêmên Parastinê yên Medyayê di oxira azadiya jinê û gelê Kurd de şehîd bûn.

في

Di vekirina dewreyê de, Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê Leyla Efrînê axivî û got perwerde ji bo avakirina hişmeniyê û xurtkirina rola pêşeng a jinan di civakê de performansek e. Piştre endama Kongra Star Henan Osman li ser jiyan û têkoşîna her du xweşkên şehîd axivî.

Dayika her du şehîdan, Esma Zêto axivî û got ew bi şehadeta her du keçên xwe serbilind e û bang li jinan kir ku têkoşîna xwe xurt bikin û ev dewre ji bo jiyan û berxwedanê peyamek e.

Beşdaran, ji bo bilindkirina têkoşîna fikrî û rêxistinî girîngî da perwerdê, ku ew li hember pêvajoya bê xwedî moralên bilind û berpirsiyarî ne.

(fr)