Sirri Sureyya Onder wê di 4’ê Gulanê de bê oxirkirin

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku piştî 18 rojan li nexweşxaneyê hat razandin îro bû şehîdê aşirî û demokrasiyê.

Sirri Sureyya Onder wê di 4’ê Gulanê de bê oxirkirin
3 gulan, 2025   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wê di 4'ê Gulanê de li Goristana Zîncîrlîkûyûyê ya bajarê Stenbolê ya Tirkiyê bi girseyê bê definkirin.

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, di 15ê Nîsanê de qeyrana dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê. Sirri Sureyya Onder 18 rojan bi beşa venêrtina awarte de hat ragirtin û piştî 18 rojan jiyana xwe ji dest da. Piştî Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermend li ber xweşxaneyê kom bûn û hatin serdana nexweşxaneyê.

Piştî Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da, dê di 4'ê Gulanê de roja yekmeşê li Stenbolê cenazeyê wî pispêrin axê. Ji bo Sirri Sureyya Onder dê di 4'ê Gulanê saet di 12:00an de li pêş AKMê bernameya bîranînê bê li darxistin. Piştî nimêşa esir, a li Mizgefta Şîşliyê dê cenazeyê wî li Goristana Zincirlikuyu ya Şîşliya Stenbolê bê definkirin.