DEM Partî: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bigihînin serkeftinê

DEM Partiyê daxuyaniya xwe ya derbarê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku we ê Têkoşîna aştiyê ya Onder canê xwe di ber de da ye, bigihandin serkeftinê.

DEM Partî: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bigihînin serkeftinê
3 gulan, 2025   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyeke sersaxiyê derbarê Endamê Şandeya Îmraliyê û Cîgirê Serokwekîlê Meclisa Tirkiyeyê Sirrî Sureyya Onder de weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em êşa kûr a windakirina Endamê Şandeya me ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder dijîn. Em ji gelên Tirkiyeyê, malbat û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Gihandina serkeftinê ya têkoşîna aştiyê ya ku wî bi bihayê canê xwe berdewam kir, pêwîstiya girêdana bi bîranîna wî ye. Em dê bi layiqî xwedî li bîranîna Sirri Sureyya Onder û têkoşîna wî ya aştiyê derkevin.”