Li Lubnanê avahî û nuqteyên Hizbullahê hatin bombebarankirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrişî avahî û nuqteyên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê kir.

Li Lubnanê avahî û nuqteyên Hizbullahê hatin bombebarankirin
2 ÇILE, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li deverên cuda yên başûrê Lubnanê êrişî gelek avahiyên Hizbullahê kir.

Hat diyarkirin ku nuqteyeke perwerdê ku Yekîneya Nuxbê yê Hizbullahê, avahiyên tên îdiakirin ku ji bo depoyên çekan dihatin bikaranîn, hatine hedefgirtin.

Li gorî Ajansa Ragihandinê ya Lubnanê ya fermî, vê sibehê jî, balafireke bêmirov a Îsraîlê bombeyek berda ser bajarokê Îta El Şeeb ê başûrê Lubnanê.

(mh/fr)