Li Girê Spî ji ber rewşa xerab a xizmetguzariyê çalakî

Şêniyên bajarê Girê Spî yê dagirkirî ji ber rewşa xizmetguzariyê ya nebaş û nebûna kehrebeyê çalakiyek li dar xist.

Li Girê Spî ji ber rewşa xerab a xizmetguzariyê çalakî
2 ÇILE, 2026   21:09
EYN ÎSA

Çavkaniyek herêmî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku şêniyên bajarê Girê Spî yê dagirkirî, ji ber rewşa xizmetguzariyê ya ne baş û qutkirina kehrebê ya ji çend rojan ve, çalakiyek li dar xist.

Li gorî heman çavkanî, piştî gelek caran şêniyan daxwaz ji qaşo Meclisa Xwecihî ya Girê Spî kir ku xizmetguzariyên weke nan, kehreb û hwd baş bikin û ev daxwaz hatin paşguhkirin, ev çalakî hatin lidarxistin.

Ji sala 2019'an ve dema ku bajarê Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, rewşa xizmetguzarî û debarê pir zehmet e.

(ac/fr)

ANHA