Li Londonê êriş: 8 kes birîndar bûn

Di karnavala Notting Hill de ku mîhrîcana herî mezin a li Ewropayê ye, êrişek bi kêrê hate kirin û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li Londonê êriş: 8 kes birîndar bûn
27 tebax, 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Londonê ragihand ku di karnaval li kolaneke taxa Notting Hill a rojavayê Londonê de li dar ketiye, di êrişeke bi kêrê de 8 kes birîndar bûn.

Zêdetirî milyonek kes tev li karnavalê bûn ku her sal li kolanên taxa Notting Hill li dar dikeve û ji bo parastina karnavalê 7 hezar polîs hatin erkdarkirin.

Polîsan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji destpêka mîhrîcanê ve 320 kes destgîr kirine. Di nava wan de kesên bi tawana êrişkirina karmendên destwerdana lezgîn, hildana çekan û tecawizkirinê û gelek sûcên din hene.

Karnaval bi armanca yekkirina beşên civaka rengîn a Londonê her sal ji salên 1960`î ve li dar dikeve. Bi hezaran hunermend ji seranserî cîhanê û turîzm ji zêdetirî 40 welatan tev li karnavalê dibin.

(şx)