Rojevên rojnameyên erebî: Dosyaya serokatiya parlamentoya Iraqê û rewşa Lubnanê

Dosyaya serokatiya parlamentoya Iraqê, dan û standinêna agirbesta li Xezayê û rewşa Lubnanê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojevên rojnameyên erebî: Dosyaya serokatiya parlamentoya Iraqê û rewşa Lubnanê
27 tebax, 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî dosyaya serokatiya parlamentoya Iraqê nûçeyek bi sernavê “Lihevkirineke nazik rêyekê ji çareserkirina aloziya serokatiya parlamentoya Iraqê re nîşan dide” weşand.

Rojnameyê bi bîr xist ku serokê parlamentoyê yê berê Mehmûd El Meşhedanî ragihand ku "piraniya hêzên nîştimanî" li ser wî li hev kiriye ji bo ku bibe serokê parlamentoyê. Li gorî rojnameyê, ji axaftina El Meşhedanî diyar dibe ku nîşaneyên lihevkirinê li ser serokê nû yê parlamentoyê hene.

Rojnameyê da zanîn ku lê çavdêran û çavkaniyan destnîşan kir ku ev lihevkirin "nazik e" û pêwîstiya wê bi piştgiriyeke dîtir heye.

Rojnameyê bi bîr xist ku ji mijdarê ve, piştî ku erka serokê berê yê parlamentoyê wê yê berê Mihemed El Helbûsî bi biryara dadgehê hate bidawîkirin, Muhsin El Mendelawî bi awayekî demkî kar û barên parlamentoyê bi rê ve dibe.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî Partiya El Siyade wergirtine, diyar kir ku Partiya El Siyade ya bi serokatiya Xemîs El Xencer û Hevalbendiya El Ezim bi serokatiya Musna El Samiraî piştgiriyê didin El Meşhedanî.

Li gorî rojnameyê El Siyade û El Ezim piştî lihevkirina Çarçoveya Hemahengiyê êdî fêm kirine ku El Meşhedanî yê herî zêde ji serokatiya parlamentoyê nêzîk e û vebijarka herî baş jî, piştgiriya wî ye.

Li gorî heman çavkaniyan, li gel lihevkirinên nazik, diyar e ku di beşa yekemîn a pêşbirka hilbijartinên serokatiya parlamentoyê de kesek bi ser nakeve. Hate gotin, ev tê wê wateyê ku El Mendelawî dê serokê demkî yê parlamentoyê be heta dema wê bi dawî dibe.

‘LUBNAN KU DI ALIYÊ ABORÎ Û BINESAZIYÊ DE JI HEV KETIYE DÊ ÇAWA ŞERÊ ÎSRAÎLÊ BIKE?’

Rojnameya El Ereb a Londonê ku cih daye rewşa Lubnanê diyar kir ku şerê Hizbullah û artêşa Îsraîlê metirsiyên rûdana şerekî herêmî li derveyî sînorê aloz (başûrê Lubnanê) çêdike.

Li gorî rojnameyê, metirsî şerê heyî ji yê sala 2006’an zêdetir e "Piştî bi dawîbûna şerê bi îsraîlê ku mehekê dirêj kiriye kesek tê de bi ser neket."

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Lubnanê û ajansên NY planeke awarte ji bo vê mehê amade kirine.

Hate gotin du senaroyeyên muhtemel hene “An dê şer mîna yê sala 2006’an sînordar be ku dê nêzî 250 hezar  kes keçber bibin, an jî dê senaroyaya kampaxtir e ku şer ji kontrolê derkeve û bibe sedema koçberiya zêdetirî mîlyon kesî.”

Rojnameyê da zanîn ku rewşa neha ya Lubnanê wekî ya sala 2006’an nîn e. Hate gotin Lubnan zêdetirî nîv milyon penaberên sûriyeyî yên ji ber şerê li welat reviyane, hembêz dike."

Rojnameyê ku cihek daye rapora Ajansa Nûçeyan a Associated Press ev agahî parve kir "Lubnan ji bo kesên ku dê ji ber xetereya şerekî li cihekî ewle bigerin, nexweşxane û dibistanan amade dike."

Rojnameyê bal kişand ser rewşa aborî ya dijwar, aloziya xizmetguzarî, bankan û ceyranê ya li Lubnanê.

Li gorî rojnameyê; wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed gotiye, eger şerekî mezin rû bide dê di vê mehê de sîstema tenduristiyê ya Lubnanê ji bo dermankirina ne amade be û got, alîkariyên navneteweyî yên ji bo penaberên sûriyeyê kêm dibin.

‘DAN Û STANDINÊN QETER-ÎRANÊ YÊN LI TEHRANÊ: HEWLDANÊN NAVBEYNKARÊN XEZAYÊ NÎQAŞ KIRIN’

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser hevdîtinên wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bîn Ebdurehman El Sanî û serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ku duh li Tehranê pêk hatibû.

Rojnameyê cih da daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê ev tişt diyar kir: “Her du aliyan mijarên girêdayî hewldanên navbeynkaran ên bi armanca pêkanîna lihevkirinekê li ser agirbestê û aloziya li herêma Rojhilata Navîn. Her wiha li ser geşedanên li Xeza û Filistîna dagirkirî nîqaş kirin.”

Li gorî rojnameyê, di dan û standinên dawîn ên der barê agirbesta li Xezayê de, dozên sereke yên bi nakok ên di navbera Îsraîl û Hemasê de hatin nîqaşkirin. Rojnameyê diyar kir ku nakokî li ser xetên Philadelphiyayê û Netzarim hebûn. Her wiha diyar kir ku di dan û standinên dawîn de tu pêşketinên şênber çêbûne û destnîşan kir ku di dan û standinan de pêşniyarên ji bo rakirina xalên nakok hebûne. Her wiha hate gotin, şandeya Îsraîlê pêşniyar kiriye ku heta agirbestê hêzeke diyarker a artêşa xwe li Xezayê bihêle.

Li gorî rojnameyê, tê gotin pêşniyarên hene ku wekî qonaxa yekemîn hebûna artêşa Îsraîlê li xeta Philadelphyayê ya di navbera Filistîn û Misirê de were kêmkirin, piştre li ser vekişîna gav bi gav a ji xetê xebat bê kirin.

(şx-bb)