‘Ala berxwedanê dê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî hildayî bimîne’

Rêxistin û komeleyên jinên Kurd ên Lubnanê hedefgirtina jinên rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir. Rêxistinan diyar kir ku "ala berxwedanê dê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî her tim hildayî bimîne".

‘Ala berxwedanê dê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî hildayî bimîne’
27 tebax, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistin û komeleyên jinên Kurd ên li Lubnanê têkildarî hedefgirtina rojnamevanan li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan, bêdengkirina rastiyê û dengê azad e ku sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Kurdistanê û gelê Kurdistanê aşkera dikin. Her wiha lawaziya rêveberî û ewlehiya Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser rojnamevanan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êriş vîna jinên azad naşikînin. Her wiha hate gotin dewleta Tirk dijminê rojnamevan û jinan e, ji ber ku her du jî rûyê wê yê rastîn aşkera dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkoşîna jinan li hember sûc û êrişên hovane berdewam e û dê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" her tim hildayî bimîne.

(şx)

ANHA