Li Lazîqiyeyê 3 ciwanên elewî hatin girtin

Endamên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Lazîqiyeyê telefonên 3 ciwanan kontrol kirin û dûre ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Li Lazîqiyeyê 3 ciwanên elewî hatin girtin
23 tebax, 2025   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke hêzên ewlehiya gistî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh êvarê, li herêma Behir El Ebhas a nêzî perava Ezreq (Şîn) a bajarê Lazqiyeyê rêya 3 ciwanên elewî birî, telefonên wan kontrol kirin û dema di telefonekê de hin wêneyên girêdayî rejîma berê dîtin, her sê ciwan ber bi cihekî ne diyar ve birin. 

Li gorî SOHR`ê destpêkê 5 ciwan bûn, lê 2 ji wan reviyan û her sêyên din jî birin. Agahî hene ku endamekî hêzên ewlehiyê ji xwediyên ciwanan re name hinartiye û nivisiye: “Xwe ji şînê re hazir bikin.”

Malbatên her sê ciwanan bi fikar û gelek mereqdarên zarokên xwe ne ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Bang tê kirin ku bilez cihê lê têne girtin, bê aşkerakirin. Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku her sê ciwan ji taxa Datûr a bajarê Lazîqiyeyê ne.

(şx)