‘Jin ji bo parastina çandê û nirxên aştiyê tê dikoşin’

Endamên Kongra Star diyar kir ku ji bo dûrketina ji xîtaba kînê û tundiya li ser jin û civakê, divê jin xwe di aliyê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de serwext bikin, da ku bikarin nirxên aştiyê û wekheviyê di nava civakê de belav bikin.

‘Jin ji bo parastina çandê û nirxên aştiyê tê dikoşin’
24 tebax, 2025   04:20
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Endamên Kongra Star ên bajarê Hesekê li ser girîngiya belavkirina nirxên aştî, hevborandin û dûrketina ji fikrên neyînî yên derbasî çanda herêmê hatine kirin, ji ajansa me re axivîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star Xalide Botî got banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan dê çareseriya pirsgirêkan be û wiha dewam kir: "Divê em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bikin. Bi saya Rêber Apo em dikarin nirxên aştiyê belav bikin. Fitne û fikirên neyînî yên di nava civakê de, dê bi saya têkoşîna jinan pûç bibe. Ev yek jî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava ne. Li ser xaka Rojava tevahî pêkhate bi hev re dijîn. Her wiha em nahêlin tu fikarên neyînî yên desthilatêê derbasî nava çanda herêma me bibin.”

‘JIN DIKARIN DI NAVA CIVAKÊ DE AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Leyla Hesen jî diyar kir ku Sûriye di rewşeke xerab re derbas dibe û ev yek jî bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike û got: "Divê di vê rewşa giran de jin bi erka xwe rabin û civakê şiyar bikin, ji fitne û fikarên neyîn, yên desthilatêê dûr bixin.  Her wiha li ser medyaya dijîtal xîtaba kînê û tundiyê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê zêde bûye. Dixwazin vê yekê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî çêkin. Konferansa Yekhelwestiyê nêzîkatiya dijmin ya li hember me diyar kir."

‘BI YEKBÛNA JINAN DÊ PÊŞIYA FIKARÊN NEYÎNÎ BÊ GIRTIN’

Leyla Hesen destnîşan kir ku jin dikarin li hember vê yekê rola xwe diyar bikin û yekbûnekê di nava hemû pêkhateyan û gelê Sûriyeyê de pêk bînin û wiha domand: "Bi birêxistinkirina jinan û civakê em dikarin pêşiya fikrên neyînî bigirin. Erka jinê parastin û yekbûna gelan e. Divê em tevahî jinên Sûriyeyê bibin yek û nirxên aştiyê di nava civakê de belav bikin."

'BI WEKEHVÎ Û YEKBÛNA PÊKHATEYAN AŞTÎ MISOGER DIBE'

Endama Kongra Star Beyan Xelîl jî diyar kir jinan roleke sereke di pêvajavoya aştiyê de hilgirtiye û naxwaze cudahî di navbera pêkhateyan de bên avakirin û li ser esasê wekhevî û aştiyê xebat didin meşan û bi hev re dijî û wiha got: “Divê li ser xaka me û di hundir herêmê me de divê jin bi hev re bijîn û her pêkhateyek dikar li ser çand û adeta xwe bijîn û bi yekbûna xwe hevdu temam dikin. Jin rola wê di nava civakê de bi saya birêxistinbûna jinan e.”

ANHA