Li Kolombiyayê hejmara miriyan gihîşt 265'an

Li Kolombiyayê di erdheja 10'ê Tebaxê de hejmara kesên mirin gihîşt 265'an.

Li Kolombiyayê hejmara miriyan gihîşt 265'an
13 tebax, 2026   10:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10'ê Tebaxê de li bajarê San Jose del Palmar ê parêzgeha Chocóyê bi pileya 7.4 erdhej çêbû. 

Li gor nûçeya EL TIEMPO’yê di erdhejê de 265 kesan jiyana xwe ji dest daye, 3 hezar û 494 kes birîndar bûne û 496 kes jî winda ne.