Bi boneya sedsaliya Qamişloyê hemeleya paqijiyê dest pê kir

Bi nêzîkbûna sedsaliya avabûna bajarê Qamişlo, li bajêr di bin dirûşma “Qamişlo bajarê paqijiyê ye” bi beşdariya şênî û endamên saziyan dest bi hemleyeke paqijiyê hat kirin.

13 tebax, 2026   10:41
QAMIŞLO

Bi hatina sedsaliya avakirina bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê, îro bi dirûşma “Qamişlo bajarê paqijiyê ye”, bi beşdariya şêniyan û endamên saziyan, bi armanca başkirina rewşa xizmetguzarî û parastina paqijiya bajar, hemleyeke paqijiyê dest pê kir.

Hemle saet 08:00`an ji ber Çerxerêya Sonî bi amadebûna gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Seyîd Hessam û hejmareke mezin a endamên saziyên hikumetê, xizmetguzariyê û şêniyan dest pê kir.

Hemle ji 3 qonaxan ji bo paqijkirina hemû taxên Qamişloyê pêk tê, qonaxa yekemîn a hemleyê 3 hefteyan dewam dike.

Vê salê, sedsaliya bajarê Qamişlo rastî girîngeiyeke taybet ji hêla gelê ve hatiye, wê weke boneyeke ku dîroka bajêr vedibêje dibînin. Bi vê gavê bûyer û veguhertinên ku li Qamişloyê rû dane bi bîr tînin, girîngiyê didin dîtina nirxê biratiyê, pirrengiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyan.

Hejmarek ji şêniyên ku beşdarî hemleyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ji bo girîngdayîna paqijiya bajar daxwaz ji şêniyan kir ku bajêr ji qirêjiyê biparêzin.

Li gorî agahiyan wê 20`ê Tebaxê bi boneya salvegera avabûna bajarê Qamişlo, wê li Parka Azadî ya li bajêr pîrozbahiyeke mezin were lidarxistin.

(sb)

ANHA