Hêzên Îsraîlê li Derayê hejmarek şênî girtin

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî herêma Hewd El Yermûk a Derayê bû û hejmareke şênî girtin.

Hêzên Îsraîlê li Derayê hejmarek şênî girtin
13 tebax, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê Derayê bûye û di dema derbasbûnê de gulebaran çêbûye. 

Çavkaniyan da zanîn ku dewriyeya Îsraîlê ji 3 seyare û buldozerekê pêk dihat û kevir ji ser rêya Abdîn-El Arida rakirin, paşê leşker li derdora rê belav bûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkeran hejmareke şêniyan girtine û heta niha aqûbeta wan şêniyan ne diyar e.

(sb)